Rojnameya Ronahî

Kurd bi têkoşîna xwe li seranserê cîhanê hatin naskirin

Darîn Silê/Qamişlo

Doktor Celal Mele: Ti hêz bê ku hesabên berjewendiyên xwe bikin, ti alikariyê bi Kurdan re nakin û eger em Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêkin, pêwîstiya me bi alîkariya ti hêzên derve namîne.

Doktor Celal Mele Hacî ku ji rojavayê Kurdistanê ye, nêzî 43 salî ye li Amerîka dijî. Doktor Celal têkildarî nêrîna gelê Emerîka li kurdan ya berî şoreşa Rojava û pişti şoreşê ev nirxandin kir: “Piştî destpêkirina şoreşa Rojava, Kurd ji aliyê gelê Amerîka ve pirtir hatin naskirin. Çimkî berî şoreşê ti kesî nizanîbû ka Kurd çi ne û çi dikin. Bi hezarê salan e Kurd li ber xwe didin û têkoşînê dikin. Lê li welatên derve baş nedihatin naskirin. Piştî ku şoreş li Rojava hat destpêkirin, rojbiroj Kurdan li cîhanê deng veda û rola xwe lîstin. Li Amerîka jî, berî ku şoreş dest pê bike ti kesê girîngî nedida Kurdan. Lê dema ku DAIŞ derbasî herêmên Kurdan bû, ku ti hêzan nikariya li hemberî wê şer bike, Kurdan li dijî wan şer kir û li ber xwe dan heta ku DAIŞ têk birin. Ji ber wê ev şoreş û têkoşîna Kurdan li seranserê cîhanê hat xuyakirin. Bi vê têkoşînê, li Amerîka jî nav û dengê Kurdan derket û her kes gihîşt wê baweriyê ku Kurd ji bo mirovayiyê şer dikin û xwediyên hêz û baweriyeke mezin in. Ji wê demê ve Amerîka têkîliya xwe bi Kurdan re çêkir. Rojbiroj ev têkîlî zêdetir bû û bi vî awayî Kurdan nûnertiya xwe li Emerîka jî vekir.

Hacî bal kişand ser rola Amerîka y li bakur û rojhilatê Sûriyê û axaftina xwe wiha domand: “Amerîka niha ji Efxanisatanê vedikişe, dibe ku ji Iraqê jî vekişe. Ev jî bi gelên bakur û rojhilatê Sûriyê re gumanan çêdike û her kes dibêje ‘wê rojekê Amerîka ji vir jî vekişe. Lê ez ne bawer im ku dev ji Rojava berde, çimkî planên wê li ser xaka Rojava hene. Ji ber wê nikare dev ji berjewendiyên xwe berde. Amêrîka li Rojava li milekî qaşo alîkariyê dide Kurdan, lê her tiştî li gorî berjewendiyên xwe dike.”

`Çima heta niha Amerîka statûya Rêveberiya Xweser qebûl nekiriye?`

Doktor Celal Mele Hacî got, heta ku yekîtiya Kurdan çênebe, ne Amerîka ne jî dewletên din statûya Rêveberiya Xeser Qebûl nakin û axaftina xwe wiha qedand: “Eger Kurdên me xwe bidin hev û bibin yek wê demê wê pêwîstiya me bi alîkariya ti kesî tinebe. Divê bawerî bi hêzên derve neyê û heta yêkîtiya me çênebe, ti hêz statûya Kurdan qebul nakin. Dewleta tirki ya faşîst li hêviya Emerîka ye ku xwe ji bakur û rojhilatê Sûriyê vekişîne. Da ku bi hêsanî dagîrkeriya xwe li ser Kurdan pêk bîne. Ji bo wê eger yekîtî çênebe wê bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha başûrê kurdistanê jî têk herin û wê Kurd tev werin qirkirin.”