Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15ê Tebaxê û Rojava

15/08/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
19ê Tîrmehê Şoreşa Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

“Jİ NÊZ VE”

Ednan Mustafa

Em di salvegera 37. de pêngava Vejîna 15 Tebaxê dijîn. Ev tê weteya ku beriya 37 salan hêvî û arzûyên gelê Kurd li Kurdistanê ku hatine çandin, niha ne tenê gelê Kurd civaka ku li Kurdistanê dijîn bi wan hêviyan mezin bûn û îro bi saya pêngava vejînê tam û bêhna azadiyê dike. Her çiqas 15ê Tebaxê weke çalekiyeke leşkerî tê pênasekirin û fîşeka yekê li dijî dagîrkeriyê hatibe teqandin jî, lê di esasê xwe de 15ê Tebaxa 1984an, xwedî xisleteke cuda ye. Bi qasî pêngaveke leşkerî be, bi qasî wê yekê pêngaveke îdolojîk û siyasî ye. PKK’ê bi vê pêngavê ne tenê li bakurê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn giştî û li parçeyên din yên Kurdistanê li hemberî faşîzmê dîwarê tirsê hilweşand û hêviya jiyan û azadiyê afirandiye.

Bêguman têkoşîna azadiyê li Kurdiatanê û Rojhilata Navîn, li ser mîrasa pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê tê meşandin. Lewra nirxandina destkeftiyên li Rojava û pêngava 19ê Tîrmehê jî yek ji berhem û keda 15’ê Tebaxê ye. Şoreşgerên Kurdiatanê bê ku dudiliyê jiyan bikin bi beweriyeke xurt û di zanabûna ku ev pêngav wê li Kurdistanê mayînde be dest bi têkoşînê kirin. Di serî de keda fermandar Egîd-Mehsum Korkmaz, keda hemû şehîdên azadiyê em gihandine vê rojê. Çawa ku fermandar Egîd li Eruh û Şemzîna ev pêngav dest pê kirin û bû lehî û herikî, termandar Xebat Dêrîk jî bi destpêkirina şoreşa Rojava weke berdewama keda 15 Tebaxê dest bi artêşbûnê kir. Di wê weteyê de, dema em bêjin “Şoreşa Rojava berdewama mîrasa 15 Tebaxê ye” ne şaş e. Lewra di hişemendiya şoreşgerî ya Fermandar Egîd de xuliqkarî, yê kevin hilweşandin û jinûveavakirin hebû. Li Rojava jî ev yek tê dîtin.

Çawa ku 15’ê Tebaxê armanca wê avakirina artêşeke şoreşgerî bû ev artêş li hemberî dagîrkerî, faşîzm û zilmê şer bike. Di bingehê şoreşa Rojava de jî avakirina artêşeke bi hêzê li ser hîmê parastina rawa bû ku ne tenê li hemberî dagîrkeriya Tirkan û faşîzma Ereban û şer bike, herwiha bi artêşa şoreşgerî li hemberî hêzên tarî û tundrew ya ku dagîrkeriya Tirkan piştgiriya wê dike şer kir û Rojava ji tarîbûnê ber bi azadiyê ve bir. Di vê maneyê de, me mûmkin e ku em destkeftiyên bakurê Kurdistanê, başûr û rojavayê Kurdistanê ji hev cuda bigirn dest û binirxînin. Lewra çavkaniya hêzê û moralê vedigere pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984an.

Têgîna parastinê û li ser hebûna îradeya civaka Kurd ku pêngava 15 Tebaxê hatiye avakirin, wisa nirxandin û fêmkirin watedar dibe. Vejîna 15 Tebaxê bi qasî ku çalakiyeke êrişê bû bi qasî vê yekê jî çalakiya parastina rewa û xwedîderketina vîna gelê Kurd bû. Şewq û zindîbûna pêngava vejînê ya 15’ê Tebaxê, li rojavayê Kurdistanê jî ronî da. Bi qasî roniya vê gavê li Rojava bû, civaka li Rojava jiyan dike jî xwe beşek ji vê pêngavê dît. Ji ber gelê Rojava ev pêngav di roniya perspektîfê rêber APO de ji nêz ve dişopand û di nava amedekariya wê de xwedîrol bûn. Li kêleka xwebexşînbûna ciwanên Kurd li Rojava ku qefil bi qefil beşdarî şoreşa vejînê ya 15’ê Tebaxê dibin, bi imkanên xwe yên mitewazî piştgiya madî û manewî kir. Ji ber parçeyê herî piçûk yê Kurdistanê Rêber APO, şoreşga azadiyê û Pengava 15’ê Tebaxê yê xwe dît. Ji bo vê yekê weke çand û xwedîderketin li keda 15’ê Tebax’ê û Keda rêber APO ji Gelê Rojava re dibêjin gelê ku Rêber APO we perwerde kiriye û Başûrê Piçûk (Rojava) weke qada Serokatî tê pênasekirin.

Bi vê hişemendiyê 15 Tebaxê careke din em bîr tînin û ji berê bihêztir xwedî li nirxên şoreşê û Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê derkevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.