Rojnameya Ronahî

Aram Hena bû berdevkê QSD’ê

Di civîna salane ya meclisên leşkerî yên QSD’ê de, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wek berdevkê QSD’ê yê nû li şûna Kîno Gabrîel hat hilbijartin

Di civîna salane ya meclisên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku li Hesekê li dar ket de, Aram Hena li şûna Kîno Gabrîel bû berdevkê QSD’ê.

Piştî axaftina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdê û Fermandarê Hêza Erkên Hevbeş- Operasyona Ezim El-Selib general Paul t.Calvert, civînê ji ragihandinê re girtî dewam kir û rêzikaneme û xebatên meclisan hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşan, Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena wek berdevkê QSD’ê yê nû li şûna Kîno Gabrîel hat hilbijartin.

ANHA