Rojnameya Ronahî

`Gerîla Paşroj û Rûmeta Kurdistanê Ye`

Dilîn EHMED-Qamişlo

Bi durişma “Gerîla Paşroj û Rûmeta Kurdistanê Ye” Ji dagîrkerî û xiyanetê re na, Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya berxwedana gerîla, meşek li dar xist.

Îro (1`ê Tebaxê saet 9:30) ji bo piştgiriya berxwedana gerîla ya li Metîna, Zapê û Avaşîn û şermezarkirina êrişên dewleta tirkî yên ser başûrê Kurdistanê, Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.
Meşê ji Zîvroneka Şerqî dest pê kir û heta Zîvroneka Sonî dewam kir. Şêniyên bajarê Qamişlo û saziyên civaka sivîl yên herêma Cizîrê, tevlî meşê bûn. Bi slogana ‘bimire xiyanet, bijî berxwedana gerîla’ û wêneyên şehîdan, xelkê herêmê êrişên dewleta tirkî şermezar kirin.