Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Destkeftiyên Rojava Biparêzin.

25/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gelê Kurd bikeve tevgerê
Share on FacebookShare on Twitter

“Jİ NÊZ VE”

Ednan Mustafa

Piştî Peymana Syks-picot gelê Kurd li ser axa xwe û Kurdistan rastî parçebûnê hatin û ji aliyê çar dewletên dagîrker ve hatin çewisandin. Polîtîkaya ku dagîrkeriya tirkî li bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan bi rê ve dibir, yekser dibû ezmûn ji bo rêjimên din; weke rêjima Îran, Iraq û Sûriyê. Van welatên mijara gotinê bi sepandina polîtîkaya qirêj ya inkara Kurdan li parçeyên din yên Kurdistanê. Plana “Şerq Islah” ji aliyê dagîrkeriya tirkî ve hatibû pêkanînin. Rêjima BEES li Iraqê jî bi hemleya Enfal, polîtikeya valakirina gundan û komkujiya Helebce domand. Dîsa Rêjima BEES li Sûrî li ser pêşniyara Mehmed Teleb Hîlal di sala 1962an de, pêşixistina polîtîkaya ‘Kembera Erebî’ li ser rojavayê Kurdistanê, ji berhema rihêm Plana Şerqî Islah bû. Bêguman her çiqas nakokî û pevçûn di navbera hêz û welatên digîrkerên li ser Kurdistanê hebin jî, dema mijar dibe Kurd û Kurdistan nakokî û cudabûnên navbêra wan dikevin alî û li cihê wê hevkarî û parvekirina plan û projeyên tinekirin û qirkirina Kurdan dikeve dewrê. Mînaka herî berbiçav, dewleta tirkî û Rêjima Îranê ji serdema Sefewî û Selçûkiyan ve neyar û dijminên hev in, lê dema mafê Kurdan dikeve rojeva cîhanê her du rêjim inkara Kurdan dixin rojeva xwe. Dîsa di encama tecrûbeya Şoreşa Sûrî de, Tirkiyê ji %25 axa Sûrî û Rojava dagîr kiriye û bi milyarên dolaran çek û cebilxane dan komên çete ku rêjima Esed hilweşînin. Lê li gorî encamên civînên Soçî û Astana, herwiha hevkariya ewlekariyê di mavbera her du aliyan de, li ser bingehê tinekirina gelê Kurd li Rojava tê kirin. Ev nêzîkatiyên dagîrkerên Kurdistanê hem di dîroka kevin û hem jî di roja me ya îro de wisa berdewam e.

Li hemberî van nêzîkatiyan inkar û polîtîkayên tinekirina Kurdan, yekane riya xilasiyê bi hevgirtina gelê Kurd ya navxweyî û bi yekkirina civakên li Kurdistanê bi hev re dijîn ve girêdayî ye. Ango modêla çarseriyê Xweseriya Demokratîk e. Xweseriya Demokratîk xwe dispêre felsefeya Neteweya Demokratîk ku bi hemû rihendên xwe dikare pêşî li siyaseta inkar û qirkirina neteweyan bigre. Di vê derbarê de pirsa sereke wiha ye:  Çawa ku dagîrkerên Kurdistanê li derdora pirojeya inkara me dibin yek, çima emê li derdora projeya xweseriya demokratîk nebin yek û xilasiya xwe tê de nebînin? Vegera vê pirsê û bersiva wê, bêguman ezmûn û tecrûbeya Şoreşa 19 Tîrmehê ya rojavayê Kurdistanê ye.

Bi vê boneyê, Şoreşa Rojava heşt sal li pey xwe hiştin û derbasî sala xwe ya nehan bû. Helbet ezmûn û tecrûbeya Şoreşa Rojava derxistiye holê, ne tenê neh sal, têra hezarên salan ya mirovayiyê dike. “Şoreşa Gelan”  bi pêşengiya gelê Kurd û li ser bingehê Neteweya Demokratîk pêş ketî, dagirtî ye bi dersên ku civak ne tenê di warê siyasî, herwiha di warê leşkerî, aborî û ekolojîk civakbûna xwe bide sazkirin.  Şoreşa ku li ser rehendên Neteweya Demokratîk pêş ketiye, her roja ku diçe dibe realîte û hebûna xwe diparêze. Rastiya vê yekê jî îro em li Rojava jiyan dikin. Gelên ku bi xwe hebûna xwe diparêzin û xwe ava dikin, heman gelê ku bi salan e li hemberî zilm û zordariya mêtîngeran li ber xwe daye.

Berxwedana ku li ser felsefeya Rêber Ocalan hatiye sazkirin, di serî de li hemberî inkar û pişt re jî li dijî faşîzma DAİŞ û terora wê şer kir. Di vê weteyê de, berxwedana hatiye meşandin û pêşxistin yek ji rehendên sereke ya Netweya Demokratîk e. Di vê çarçoveyê de, Şoreşa Rojava destgirtin û parastin pêkan e. Derveyî vê yekê ne mûmkin e gelê Kurd û gelên herêmê bigihin azadiya xwe. Ji bo vê yekê em bi hev re careke din piştgiriyê bidin Şoreşa 19 Tîrmehê û ne tenê Statûya rojavayê Kurdistanê, vîn û hebûna civaka Kurd bi dest xistî biparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.