Rojnameya Ronahî

KCK: Êrişên qirkirina Kurdan bêbersiv namînin!

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

KCK’ê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku berpisên êrişên li dijî Kurdan AKP/MHP ne û got, yên ev êriş bi rêxistin kirîn û pêk anîn, teqez wê hesab ji wan bê pirsîn.

Piştî kuştina Deniz Poyraz li avayiya HDP’ê ya Îzmîrê, êrişên nijadperestan yên ser Kurdan her ku diçe pirtir dibin û kuştin û birîndarkirina mirovan dewam dikin. Berî çend rojan li Afyonê, komeke nijadperest bi awayekî organîzekirî êrişî malbatên Kurdan kirin û xwestin jin û mêrên Kurd lînç bikin. Di vê êrişê de işkence li mirovan hat kirin û hinek ji wan birîndar bûn. Berî cejnê li navenda Enqere jî bi heman awayî êrişî Kurdan kirin û gelek birîndar kirin ku rewşa dudukyan giran e. Herwiha li gundekî Konya, Hakim Dal ji aliyê bi dehan êrişkarên faşîst ve li ber çavê xizmên wî hat kuştin. Berş demeke kurt dîsa li Konya careke din êrişî malbateke Kurd kirin û hin ji wan bi giranî birîndar bûn. Derheqê van êrişên faşîstan de ku bi awayekî birêxistinkirî tên kirin, Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê daxuyanî da.

Di despêka daxuyaniya KCK’ê de ji malbata Hakim Dal re sersaxî û sabir, ji birîndaran re jî şîfa hat xwastin. Herwiha hat bîranin ku ji salên 1990î ve, li Tirkiyê êrişên nijadperestan yên ser Kurdan dest pê kirine û bênavber heta roja me ya îro dewam dikin.

‘Ev êriş li hemberî kesên xwedîvîn û azadixwaz in’

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “li Tirkiyê êrişên nijadperestan yên ser Kurdan ji nişka ve zêde bûn. Diyar e ku ev êriş ne bi tesaduf in, bi zanebûn tên birêxistinkirin. Êrişên ser Kurdan yên li bajar û navçeyên Tirkiyê têkiliya wan bi polîtîkayên desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê re heye. Kurdên ku Kurdîtiyê diparêzin û daxwaziya azadiyê dikin, dijmin hatine ragihandin. HDP ku çareseriya demokratîk ya pirsgirêka Kurd diparêze, dijmin hatiye ragihandin û timî kirine hedef. ”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê wiha dewam kir: “Kesên dengê xwe didin HDP’ê, hêzên demokratik û gelên Tirkiyê yên azadixwaz gef li wan tê xwarin. Jixwe, dijminatiya PKKê û Rêber Apo jî, dijminatiya hebûna gelê Kurd e. Rêber Apo ji ber ku hişmendiya azadiyê daye gelê Kurd, di nava zext û tecrîdeke giran de tê girtin.” Herwiha di daxuyaniyê de hat zanîn ku di şexsê malbatan û şexsan de êrişî tevayiya gelê Kurd tê kirin ku Kurde cesaret neke bêje ‘Ez Kurd im’ û îradeya jiyana demokratîk ya gelê Kurd bê şkandin.

Tifaqa AKP-MHP’ê fermana van êrişan bi fermî dide

Di berdewamiya daxuyaniyê KCKê bal kişand ser polîtikaya AKP-MHP’ê ya li dijî gelê Kurd û wiha domand: “Çi dema desthilatdariya AKP-MHP’ê gefê li Kurdan, li HDP’ê û li hêzên demokrasiyê dixwe, hinek radibin vê ji bo xwe wek reman dibînin û dest bi êrişê dikin. Navendeke şerê taybet heye ku planên tepisandinê li ser Kurdan amade dike, bi rêxistin dike û fermana wê dide. MÎT û MHP ew hêz in ku van plansaziyên şerê taybet bi cih tînin. Ji ber wê piraniya kesên ku êrişî Kurdan dikin têkiliya wan bi MHP’ê re heye. Tayyîp Erdogan ji gelê Kurd û hêzên mûxalif re got, ‘ev ji bo we hê demeke xweş e’ û fermana êrişan da. Jixwe bi gotina ‘Kurd ne xwecihî û milî ne’ Kurd kirin hedefa her rengê êrişê.”

‘Bi van êrişan dixwazin di nava gelan de dijminayiyê çêkin’

Di daxuyaniyê de banga yêkîtiya gelan hat kirin û wiha dewam kir: “Komkujiyên di sala 2015’an de yên li Pirsûs û Gara Enqere jî ji bo pêşîgirtina li yekîtiya demokratîk ya gelan bû. Lewra li gorî mêtîngeriya qirker eger gelê Kurd û gelên Tirkiyê di têkoşîna demokratîkbûnê de werin bal hev, wê dawiya mêtîngeriyê bê. Ji ber wê dixwazin pêşiya pêkhatina vê yekîtiyê bigirin da hesabên xwe yên qirkirina Kurdan bi hêsanî pêk bînin. Divê li hemberî van êrişên qirkirinê, hêzên demokrasiya Tirkiyê, hevgirtin û îradeya têkoşîna hevpar ya bi Kurdan re xurt bikin û li dijî faşîzmê, bi têkoşina Kurdan re bin.” Herwiha gelê Kurd li dijî van êrişên plankirî, hat şiyarkirin û hat gotin armanca van êrişan yek jê ew e ku Kurdên li Anatolya Navî ji ciyên wan derxin.

‘Divê Kurd di warê xwe de stûyê xwe xwar nekin’

 Di berdewamiya daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê de, hat gotin, ev êriş li dijî hebûna Kurdan in û divê Kurd li hemberî van êrişan teqez hebûna xwe biparêzin. Herwiha xwe bi rêxistin bikin û daxuyanî wiha qediya: “Wêrekiya Kurdan dikare her êrişê bişkîne. Di vî warî de, divê stûyê xwe xwar nekin. Em dixwazin tevî gelên Tirkiyê li her derê bi biratî bijîn. Em dijminatiya ti gelî nakin. Lê dema êriş were kirin, emê jî bersivê bidin. Xwebirêxistinkirin hêza herî mezin ya parastinê ye. Li her navçe û bajarê Tirkiyê parastin bi xwebirêxistinkirin û berxwedana li hemberî êrişan pêkan e. Em bang li gelê Kurd dikin ku di rewşên wisa de hevgirtinê xurt bikin û ji bo bidawîanîna van êrişan têkoşîna azadî û demokrasiyê li her derê geş bikin.”

 

 

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle