Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û rakirina binpêkirinên mafan yên li dijî girtiyan, li girtîgehan, Mexmûr û Yewnanistanê bi biryardariyeke xurt dewam dikin.
ZÎNDAN
Greva birçîbûnê ya ji bo şkandina tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina zordariya li girtîgehan ku 27`ê Mijdarê ji aliyê gitiyên ji doza PKK û PJAK’ê ve hatibû destpêkirin, di roja 241 de dewam dike.
Girtî diyar dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe çalakiya xwe ranewestînin û bi biryardarî bidomînin. Herwiha bang li gel dikin ku li çalakiyên greva birçîbûnê xwedî derkevin.
MEXMÛR
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî li dijî tecrîda li Îmralî, bi pêşengiya jinan 18’ê Kanûnê çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakî li Komeleya Malbatên Şehîdan ya Mexmûrê di roja 220an de dewam dike.
Şêniyên wargehê di çalakiya xwe de bibiryar in û diyar dikin ku heta tecrîd neyê şkandin û zordariya li zîndanan tê meşandin neyên rakirin, wê çalakiya xwe ranawestînin.
YEWNANISTAN
Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kiriye, bi israr çalakiya xwe didomînin.
Çalakiya ku bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatiye destpêkirin, di roja 203an de dewam dike.
ANHA