HRE bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrîn û Babê yên dagîrkirî li dijî dagîrkeran rêzeçalakî kirine. Di encamê de 12 çete hatine kuştin, 9 çete jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî kiryarên hovane yên dewleta tirkî ya dagîrker yên li hemberî gorên şehîdên Efrînê, yên di navbera 16 û 19`ê Tîrmehê de, li Efrîn û Babê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.
Daxuyaniya HREwiha ye:
“Di roja 16`ê Tîrmehê de, li gundê Elemdara yê navçeya Raco, ji aliyê yekîneya Şehîd Avesta ve çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Di roja 18`ê Tîrmehê de, li bajarê Efrînê, li taxa Vêlat, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hat teqandin, 2 çete jî birîndar bûn.
Di roja 19`ê Tîrmehê de, li herêma Babê li hemberî çeteyên dagîrker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 erebeyên bidoçka hatin roxandin û bi qasî hatî zelalkirin, 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de, li gundê Kilcibrîn yê navçeya Ezazê, di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.
Di wan çalakiyan de bi giştî; 12 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo tolhildana kiryarên dermirovî yên dewleta tirkî ya dagîrker yên li hemberî şehîdgeheke Efrînê, hatine lidarxistin.”
ANHA