Rêxistina Geşedan û Pêşketinê wê îro bi navê “Di çarçoveya geşedanên rojane û zehmetiyan de girîngiya pêwendiyên Kurd û Ereban” Forumekê li dar bixe.
Foruma ji aliyê Rêxistina Geşedan û Pêşketinê ve tê organîzekirin, wê bi rengê Zoom (înternetê) were lidarxistin. Di forumê de ku wê gelek rewşenbîr û akademîsyenên Kurd û Ereb tevlî bibin, wê mijarên wek, “Di vê demê de çima pêwendiyên Kurd û Ereb?”, “Li hemberî destwerdanên ser herêmê rola Ereb û Kurdan” û “Paşroja danûstendinên Kurd û Ereban” werin gotûbêjkirin
Forum wê îro li gorî saeta Qahîre-Bruksel di saet 17.00’an de û li gorî saeta Şam, Bexda û Beyrûdê jî di saet 18.00’an de dest pê bike.
Forum di heman demê de wê ji aliyê Ronahî Tv ve, bi awakî zindî were dayîn.
ANHA