Revandina nûnerê Rêveberiya Xweser û endamên têkiliyan yên PYD`ê ji aliyê çekdarên PDK`ê ve kete roja 46an û hû jî çarenûsa wan ne diyar e.
10`ê Hezîranê, çekdarên PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.
Ji wê demê ve tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD`ê, PDK cihê endamên revandîn û sedema revandina wan, diyar nekiriye.
Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser roja yekê ya revandina nûneran daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dibînin ku ev kiryar aloziyê kûrtir dike û riya diyalogê lewaz dike. Ji ber wê em hêvî dikin ku ti aliyên başûrê Kurdistanê di vê pêvajoya hesas de nekevin pey projeyên provokatorî yên ku dewleta tirkî yên derxstina şerê navxweyî.” Her wiha daîreyê banga eşkerekirina çarenûsa endamên hatîn revandin kir.
ANHA