Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

19ê Tîrmehê Şoreşa Rojava

22/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
19ê Tîrmehê Şoreşa Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Şoreşa Rojava 19ê Tîrmeha 2012an dest pê kir. Di ser şoreşê re 9 sal derbas bûn, em salvegera 9an pîroz dikin. Şoreş hê di her warî de zindîbûna xwe diparêze. Divê şoreş ji milekî ve bê parastin û ji milekî ve bê firehkirin û mayîndekirin. Şoreş di binê dorpêç û hewldaneke mezin ya fetisandinê de ye.

Rojhilata Navî di nava krîz û şerekî mezin de ye. Nakokî û pirsgirêk bi herêmê ne sînordar in. Hêzên mezin yên dinyayê û pirsgirêkên sîstemê jî li ser vê krîzê zêde bûne. Bi derketina DAIŞê û pirbûna êrişên wê rewş tevlîhevtir bû. Ev pêvajo ku em jê re dibêjin, şerê dinyayê yê 3. bê ku pirsgirêkê çareser bike dewam dike. DAIŞê li herêmê hevsengî guhertin. Rejima Iraq û Sûriyê hatin ber roxînê. Hêzên bingehî yên li erdê DAIŞ sekinandî û rê ji şkestina wê re vekirî gerîlayên PKKê, gelê Rojava û YPG ne. Koalisyona navneteweyî hat avakirin. Lê li erdê tevlî şer nebûn. Ya li erdê şer kirî bibandor hêzên YPG û PKKê bûn.

Dema DAIŞê artêş didan pêşiya xwe û herêm dixistin destê xwe, hêzên Rojava li hemberî êrişan sekinîn û herêm parastin. Artêşa Sûriyê ji sînorê Tirkiyê vekişiya. Gelê Kurd ev valayî dagirt. Ji Kobanê dest pê kirin û dest bi rizgarkirina Rojava kirin. Şerê Kobanê di heman demê de li Sûriyê bû destpêka binketina DAIŞê. Pişt re heta Reqa û Dêrazorê tevlî şoreşê bûn û rizgar bûn. Bi vî awayî rêveberiyên xweser yên bakur-rojhilatê Sûriyê ava bûn. Esed û rêveberiya Beesê bi desteka Îran û Rûsya li ser piyan ma. Lê beşeke girîng ya erdê Sûriyê bi erêkirina Emerîka û Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve hatin dagîrkirin. Digel berxwedana qehremanî ya YPGê, dewleta tirkî ket Efrînê û qirkitina neteweyî kir. Heman tişt li Serê Kaniyê jî kir. Niha jî herêmên xweser di binê gefên dewleta tirkî de ne. Ji bo perçiqandina rêveberiya xweser rejima Esed li benda firsetekê ye.

Şoreşa Rojava di dinyaya Kurdan de ji bo şiyariyeke mezin, zanebûna neteweyî yekîtiyê xizmeteke mezin kir. Herwiha li seranserê dinyayê heskirineke mezin bi dest xist. Gelên dinyayê Kurd nas kirin û piştgirî da şoreşa wan. Ji gelek deverên dinyayê hatin tevlî bûn û şer kirin. Şoreşê taybetiyeke navneteweyî bi dest xist. Lewra li pişt şoreşê îdeolojiyeke xurt û projeya civakî hebû. Lewra Rêber Apo salên dirêj li Sûriyê mabû û bi gelê Rojava re têkiliyên berfireh danîbûn. Gel hem perwerde hem bi rêxistin kiribû.

Şoreşa Rojava bi Kurdan sînordar neme. Ereb, Suryanî, Ermen û gelên din jî himbêz kirin. Lewra Rêber Apo gel û kadro li ser bingehê miliyetgiriyê perwerde nekiribûn û fikrê xwe li ser wê ava nekiribû. Projeya Neteweya Demokratîk tevayiya bawerî, çand û gel digirtin nava xwe. Ji ber wê gel li şoreşê xwedî derketin û wisa tevlî bûn. Bi taybetî rizgariya jinan û gera li jiyana azad ji bo vê şoreşê bûn aliyên herî xurt.

Rizgariya Rojava û herêmên xweser bi berdêlên giran çêbûn. Ser 10 hezarî re şehîd bûn û du caran wan jî birîndar bûn. Bi hezaran mirov zeqet man. Bi serhezaran mirov neçarî koçberiyê bûn. Navenda şerê cîhanê yê 3. bû Sûriye. Li bakur-rojhilatê Sûriyê halê hazir hem hêzên koalisyonê, hem yên Rûsya û rejimê hene. Herêmên xweser di binê ambargoyeke giran de ne. Li rex ambargoya li ser Sûriyê rejima Sûriyê jî ambargoyê pêk tîne. Ji her çar aliyan ve ji aliyê dijmin ve hatiye dorpêçkirin. Tirkiye naxweze bi herêmên dagîr kirîn bisekine. Van herêman ji bo rêxistinên weke DAIŞê û êrişa ser Kurdan bi kar tîne. Di aliyê siyasî-dîplomatîk û psîkolojîk de şerekî giran dike. Serî li her rêbaza qirêj dide. Dixebite ku herêmê tevlîhev bike û ji bo dagîrkirinê zemîn amade bike. Rejima Beesê jî di heman rewşê de ye. Di vê mijarê de ew û Tirkiye li hev dikin. Li pey wî qasî ye ku Emerîka derkeve, firsat çêbe û Kurdan bifetisîne. Herwiha Ereban û gelên din jî neçarî desthilatiya xwe bike. Çawa ku tiştek nebûbe, hesab dikin ku wê dîsa vegerin berî 2011an. Di hişmendiyê de ti guhertin çênebûne. Bees dev ji rejima yekpartiyê bernade û niyeteke wê ya demokratîkbûnê nîne.

Derketina şoreşa Rojava mayîna li ser piyan weke mûcîzeyekê ye. Çawa ku tê dîtin garantiya vê şoreşê zanebûna gelan ya demoktarîkbûnê û rêxistina wan e. Koalisyon jî di navê de ti hêz rêveberiya xweser bi awayekî fermê qebûl nakin û piştgiriyê nadinê. Hêzên din jî çawa hatî diyarkirin dixwazin rêveberiya xweser ji kokê ve rakin û tine bikin. Şoreş, enceq bi piştgiriya gelên dinyayê û xwedîderketina gelên bakur-rojhilatê Sûriyê xwe biparêze. Parastina şoreşê wê paşroja herêm û Sûriyê diyar bike. Bi vê wateyê şoreşa Rojava şoreşa Rojhilata Navî ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.