Ahmet Aktaş
19’ê Tîrmehê, salvegera 9’an ya şoreşa Rojava ya 2012 bû. Şoreşê li bajarê Kobanê dest pê kir û li pey hev li seranserê Rojava belav bû.
Bêguman di vê şoreşê de cihekî taybet yê Kobanê heye. Ev, ji aliyê Kurdan û neyarên Kurdan ve jî hat dîtin. Mînaka herî balkêş û watedar peyama Rêber APO bû. Çend caran hişyarî da û got, “eger Kobanê hilweşe şoreşa Rojava hemû hildiweşe”!
Ji ber wê R.Erdogan jî, wek bersiv ew gotinên xwe yên dijminkarane qîriyan “Kobanê ket dikeve”!
Jixwe Rêbar APO, erê bi giştî ji bo tevayiya Kurdistanê, lêbelê bi taybetî ji bo Kobanê û Şingalê bi rijd/israr hişyarî dikir!
R.Erdogan jî, bi giranî bela xwe berdaye ser her du herêman. Li gel ewqas êrîşên xedar yên DAIŞ’ê, heta îro jî, êrîşên ser Şingalê ranewestandine. Piştî şehîdkirina Heval Zekî Şingalî, êrîşên xwe, bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ya bi Bexda û Hewlêrê re, hê jî berfirehtir kirin.
Êrîşên bi giştî li ser Rojava, weke mînaka Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Spî û deverên din didomîne, lêbelê ew kîna bi taybetî li dijî Kobanê ji bîr nekirîye û bi şêwazê dorfirehtir bi rê ve dibe. Heta li Bakur jî, di doza HDP’ê de, li dadgehê mijareke giran ya ceza, piştgiriya Kobanê ye.
Bêguman armanca dewleta Tirkan, di kesayeta Kobanê de dijminkariya şoreşa Rojava ye. Lewra vê şoreşê, di dîroka Kurdistanê de deriyekî nû yê hemdem vekir û ji bo avakirina pargeleke nûjen ji civakê re bû qonaxa despêkê. Ev pêngav, salbisal berfirehtir bû. Pêkahete tev himbêz kirin, sînorê Rojava derbas kir û bandora xwe, ber bi cîhanê ve firehtir kir.
Êdî bi piranî tê zanîn û pejirandin ku ev şoreş li ser felsefeya Rêber APO hatiye pêşxistin. Herwiha aliyê wê yê ji şoreşên cîhanê cudatir, rastir û bibandortir ev e; rola girîng ya pêşengiya jinê û hêza ciwanan hat naskirin, her wiha wek pergalek modala demokratîk ya hemdem tê dîtin û qebûlkirin.
Hilbet berî herkesî, bi vê Şoreşê re, xewn û xeyalên gelê Kurdistanê bi rastî geriya, bû heqîqet. Ew gotina dewleta Tirka digot, “me kuştiye, xistiye bin erdê, nema dikare rabe”, berovajî kir, derewîn derxist, erê; gelê Kurdistanî zindî kir, rakir ser piya û kir xwedî îradeyek ji pola ku êdî neyar jê ditirse.
Mafê vê şoreşî û pêşengên wê pir in, layiqî hemû pesindariyê ne. Bê gûman ên herî mafdar in ji pesindariyê û rûmetê re; şehîdên şorêşê ne. Her kes qerdarê wan in. Lewma divê her kes rabe û rûnê, ji xwe pirs bike,”ka gelo ez çendîn li ser şopa şehîdan û li goreyî felsefeya rêberiyê dimeşim, ka ez çendîn layiqî wan im”?
Jiber ku çiqas heval û dostên vê Şoreşê zêde bûbin, ewqas neyarên wê jî hene û di serî de dewleta Tirka, ji bo vê şorşê bi fetisîne, hemû siyaset û kiryarên qirêj bikartîne. Eha mînaka dawî li Efrînê; êdî li ser zindiyan têra wan nake, êrîşî ser goristanên şehîdê Kurdistnê jî dikin û ya sosretir; vî karê xwe yê dijî mirovahiyê dixi sitûyê Rêveberiya Xweser!
Hilbet lome li mêtinger û qirkeran nayê kirin, li dijî wan têkoşîn tê kirin. Parastin û mezinkirina vê şoreşê, azadkirina Rêberê vê şoreşê ji zîndanê, bi rêxistinkirin û dewlemendkirina şêwazê têkoşînê û xebatê ve girêdayî ye. Her wiha pêdivî bi xebatek xurtir heye, ji bo fermî pejirandina statuya Rêveberiya Xweser a Rojava, di asta navnetewî de!
Şoreşa Rojava, li gelê me û mirovahiyê pîroz be!