Dijwar Ahmed Axa
Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser gelê Kurd li her devera Kurdistanê çêdibin, ne nû n. Ji roja kalik û dapîrên wan ji çola Qereqomê berê xwe dayîn Mezepotamya, dest bi êrişan kirine. Mirov dikare bêje ku hatina Tirkan ji Asya Navî ber bi Rojhilata Navî ve, bixwe bi êrişan çêbûye û bi rengekî hovane weke Holako, Teymûrlink û Cengîzxan ka çawa welatê ku êrîşî wan dikirin wêran dikirin û dişewitandin, wan bixwe jî ev çanda kuştin û qirkirinê bi xwe re anî û li ser gelên Mezepotamya yên xwediyên şaristaniyê pêk anîn.
Eger em roja îro jî li siyaseta dewleta tirkî ya dagîrker meyze bikin, emê bibînin ku heman siyaseta bav û kalên xwe bi rê ve di dibin. Ji 23yê Nîsana 2021ê heta roja îro, bi awayekî bênavber êrişî başûrê Kurdistanê dikin. Lê tişta balkêş ew e ku di van êrişan de hin ji rayedarên PDKê bi her awayî piştgirtya van êrişan dikin û çekdarên xwe yên taybet dişînin herêmên gerîla. Halbiku berî çil salan (1983) bi rehmetiyê Idrîs Berzanî re peyman hatibû imzekirin. Li gorî vê peymanê wê gerîla li wan herêman bi cih bibûya.
Li aliyê din li her çar parçeyên welat û derveyî welat Kurd û dostên xwe li dijî van êrişan rabûne ser piyan û piştgiriya berxwedana dîrokî ya li Metîna, Zap û Avaşîn diyar dikin. Li van herêman gerîla derbên giran li artêşa tirkî dixe.
Tişta ku mirov pê diêşe, bêdengiya cîhanê û raya giştî ya li hemberî van êrîşên hovane ye. Lewra armanca dewleta tirkî dagîrkirna xaka başûrê welat e. Li kêleka vê, alîkariya PDKê ya bi dagîrkeran re ye. PDK hê ji xeta xwe ya xiyanetê venegeriyaye. Ji ber wê divê bên şiyarkirin û li xeta welatparêzî û berxwedanê vegerin û xwedî derkevin. Yekîtiya neteweyî bingehê serkeftinê ye, eger em li xwe xwedî dernekevin û yekîtiya xwe ave nekin ti kes nayê me li hev nayne.
Sala 1989an li bajarokê Stlîlê yê Nisêbînê, di serdanekê de Apê Mûsa (Mûsa Anter 1920-1992) li ser mijara neteweyî ji min re wiha got: “Dema em li zindanê, hevalekî me ji Mêrdînê yê bi navê Emîno hebû. Her tim pesnê xwe dida, digot, ez bi qurbana xwe bim ez çiqas baş û qenc im. Me jê re digot, lawo Emîno, çima tu pesnê xwe didî, bila xelk pesnê te bidin. Wî jî digot, Apê Mûsa ma kî lawê bavê min e heta pesnê min bide? Eger ez pesnê xwe nedim ti kes pesnê min nade. Ev bixwe rastiyek e, divê em Kurd li hev xwedî derkevin û pesnê hev bidin. Lewra pêdiviya me ji her tiştî pirtir bi yekîtiyê heye.