Sîpan Şînda
Kurdistana ku ev e sed sal in hatî dagîrkirin, ka çend hezar caran hatiye şewatindin ez nizanim. Lê ya ez dizanim, dijminên hov, bi tevayiya kîn û buxza xwe ji mirovan bigire heta heywanan, ji daran bigire heta ber û axê hema tişta navê Kurdan û Kurdayetiyê li ser be dixwazin ji binî ji holê rakin. Ew ne neyartiya gelê Kurd tenê dikin, herwiha neyartiya tişta bêhna Kurdan jî jê bê dikin. Lêbelê dema diaxivin jî dibêjin em birayên hev in û ev der welatê me ye. Lê mixabin heta îro me ti biratiya wan nedîtiye. Ji bilî qirkirinên ev sed sal in li ser gelê Kurd dikin, ewqas zilm û zorê li ser xwezaya Kurdistanê jî dikin.
Ji wan re demsal ne girîng e, lêbelê bi piranî havînan bi dehan caran erdê Kurdistanê dişewitînin. Lewra di demsala havînê de agir pitir xesarê dide xwezayê. Dema diaxivin dibêjin em xwezaparêz in, em heywanparêz in, lêbelê her roj bi sedan topan li ser erdê Kurdistanê dibarînin û xwezaya wê qir dikin, tovê heywanên wê yên kûvî kor dikin. Min bixwe gelek caran kîvroşk, mar, xezal, rûviyên şewitî dîtine. Lê mixabin dema agir bi herêmên wan dikeve bi tevayiya derfetên xwe hewl didin ku agirî bitemirînin. Lê li Kurdistanê hem agirî berdidin xwezayê û hem jî nahêlin ti kes biçe bitemirîne. Heta ew kesên ku dixwazin biçin agirî temirînin jî dibin armanca guleyên wan û gelek kes jî bi vê hêcetê kuştine.
Durûtî parçeyek ji polîtîkaya dagîrkeran e. Ew bi devê xwe tiştekê dibêjin û di rastiyê de tiştekî cuda dikin. Di tûrikê wan de her tim tiştên ji gel re eşkere nakin hene û tûrikê wan yê derewan her tim tejî ye û bi milê wan ve ye. Lewra wan nanê xwe bi van hîle û pîlan û viran xwariye. Dema ew rojekê hindik viran bikin, yan ji hîleyekê, delevêreyekê li hinan nekin ew nikarin baş razin. Belê ew dizanin ew derewker in, dek û dolaban digerînin, cambaziyê dikin, gel bi derewên xwe dixapînin, lê belê ji wan re ne xem e. Tenê armanceke wan heye, bi hîle û pîlan, bi zilm û zorê ka wê çawa Kurdan û erdê wan di binê dagîrkeriya xwe de bihêlin. Ji wan we ye gel wî rûyê wan yê tirş û tehl û gemar nabîne. Lê bila ew baş bizanin, her qirşikeke li erdê Kurdistanê dişewite şahidê wan durûtî û hovîtiya wan e. Her heywanek ku mûyek ji laşê wê dikizire şahidê zilm û zora wan e. Her peleke darê yê diqijire şahidê qetlîamên wan e, her çiqilek ji darekê dişewite agirê dojeha wan e.
Belê, dîsa hovan lezûbez dane şewitandina xweza, dehl û dir, zevî û rez, dexl û danê Kurdistanê û dişewitînin. Heta niha li Bakur dikirin, ev çend sal in dest bi Rojava û Başûr ji kirîne. Dilê wan bi bakur rihet nabe, divên hemû çiyayên Kurdistanê rep û rût bikin. Lêbelê bila ew qet mereqan nekin, erdê Kurdistanê verêj e û zû bi ser xwe ve tê. Çawa ev e sed sal in wan nikariye bi qirkirinan gelê Kurd xilas bikin wê nikaribin rêlên Kurdistanê jî xilas bikin.






