Dijwar Ehmed Axa
Dîrok 19ê Tîrmeha 2012an. Cih bajarê Kobanê. Bûyer destpêkirina şoreşa Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Piştî çend hefteyan ji meşên girseyî û xwepêşandanên berfireh, endamên rejimê naçarî derketina ji bajêr bûn û navendên fermî bi alên şoreşê hatin xemilandin. Destpêka çirûska şoreşê ji Kobanê bû. Bingehê vê şoreşê jî serhildana Qamişlo ya 12ê Adara 2004an bû. Ev çirûsk jî weke agirê li pîşo here, ji Kobanê belav bû heta xwe gihand Qamişlo, Efrîn, Amûdê, Dêrik, Dirbêsiyê û Heskê. Wê demê li seranserê Sûriyê serhildanên gel dest pê kiribûn. Bi taybetî li Dera, Hims, Helb, Șam, Hemaa, Reqa û Dêrazorê, li dijî rêjimê bertekên gel pir xurt bûn. Xwesteka wan ya sereke hilweşandina rêjimê bû û doza çûna serokkomar Beşar El-Esed dikirin. Lêbelê daxwaziya gelên Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê cuda bû. Her çenda ew jî li dijî kiryarên rêjimê û siyaseta wê ya li dijî gelan -bi teybetî gelê Kurd- bûn, lêbelê armanc û xwesteka wan bidestxistina îradeya xwe ya azad bû. Herwiha xeta sisiyan neqandibûn. Ango ne bi rêjimê re û ne bi opozisyonê re bûn. Ev xeteke cuda bû û armanc parastina gelan û mafên wan bûn. Bi vê armancê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Yekînyên Parastina jinan (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirê (ASAYIȘ) hatin damezirandin. Van hêzan gelê xwe ji qirkirnê parast. Li gel van rêxistinên parastinê, şaredarî, saziya ziman, ya enerjiyê, avê, çandiniyê, çand û huner, werziş, jin, ciwan û hwd. hatin avakirin. Ji bo birêvebirina van herêman jî Rêveberiya xweser hat avakirin.
Ev ked û destkeftî ne bêbingeh bûn, mîrasa ser 12 hezar şehîdî re bû. Van şehîdan canê xwe fedayî gelê xwe kir da bi awayekî azad û birûmet li ser xaka xwe bijî. Li dijî terorê û hêzên tarî yên weke Cebhet El-Nusra, Ehrar El-şam, DAIŞ û hwd. şer kirin. Dinyayê tevê temaşe dikir, ji xwe re digotin gelo wê kî bi ser bikeve. Lê dema dîtin keç û xortên gelê Kurd, Ereb û Suryan bi ken, coş û heycan berê xwe didin şer û serkeftinên mezin bi dest dixin, neçar man ku koalisyoneke navneteweyî ave bikin û piştgirtya vê berxwedanê bikin. Lê dewleta tirkî û rêjima AKP/MHPê ev şoreş weke dijmin ji xwe re dîtin û li dijî wê şer kirin. Di wan êrişan de Efrîn, Bab, Izaz, Serê Kanyê û Girê sipî hatin dagîrkirin û hê jî êrişên xwe didomîne û rojane gefan li herêma Șehba, Êyn Îsa û Til Temir dixwe.
Șoreşa Rojava di jiyana gelên herêmê de guhertinên bingehî û ruhekî nû çêkirin. Herwiha di her qada jiyanê de di hişmendiya mirovan de hisa jiyana azad, hilm û nefesa geş û xweş çêkirin. Insan êdî li xwe xwedî derkt, bi xwe bawer bû, bi hêza xwe bawer bû. Çimkî ev rengê nû ji jiyanê ye, jiyana Azad. Șoreşa 19 Tîrmehê şoreşa biratiya gelan e, şoreşa ziman e, şoreşa jiyana hevbeş e, şoreşa jin û ciwanan e. Ji ber wê divê her kes lê xwedî derkeve û nirxên wê biparêze.






