Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûretê Rojê

19/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Abdullah Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Lîstika Roja Hîtîtan behsa demeke wisa dike ku li welêt xela rabûye; êşa zirav qirra mirovan aniye, pêşî li nexweşiyê nayê girtin; xelk bi gilî û gazind e. Keyayê Hîtîtan Suppilluliuma ji bo ku mirovan ji jor ve bişopîne dixwaze barûyekê (Kûle-Birc) lê bike. Ev barû çiqas bilind dibe roj ji ber tê girtin. Keya ji bo hikûmraniya xwe bidomîne ji bo gel di nava tirs û xofê de bigire dixwaze wan hînî tarîtiyê bike.

Xelkê ku hînî tarîtiyê dibe ji bo ku hêviya xwe ya wextekî wê roj hilê ji dest nede û  timî di hişê xwe de vê zindî bihêle ji hosteyê ku keviran şeh dike dixwazin li ser keviran Sûretê Rojê çêke.

Hoste digel ku dizane wê derkeve pêşberî keya jî dîsa Sûretê Rojê li ser keviran dinexşîne. Sûretê Rojê di barûya keya de li şûna kevirî tê bikaranîn. Keybanûya ducanî li şûna zarokekê şevşevokerê tîne dinê, tirsa xelkê mezintir dibe. Xelk ji bo ku xwe ji vê tirsê rizgar bike kevirê ku Sûretê Rojê li ser e ji barûyê dikişînin. Dema dikişînin ew barûya zexim diroxe bi erdê re dêmûdûz dibe. Xelk jî ji nû ve digihîje Roja xwe…

Ev lîstikeke şanoyê bû. Lê di rastiya xwe de her wek roja me tarîf dike. Dîsa keyayek bi navê Erdogan ji bo di nava civakê de tirs û xofê biafrînê barûyên mezin ava kirine. Bi van barûyan pêşî li rojê digire û dixwaze civakê ferî tarîtiyê bike.

Barûyên nûjen bi teknolojiya nûjen hatine zeximkirin. Medya û tevayiya hêzên tarî girtine kêleka xwe.  Li Tirkiyê gel ji tirsa fêrî tarîtiyê kiriye û bêdeng hiştiye.

Erdogan, piştî barûyên xwe ava kirin, dest bi şerê li dijî Kurdan kir. Lê berî ku êrişên xwe bide destpêkirin, ronahiya di navbera Rêber Apo û civaka kurdan de qut kir. Tecrîd da destpêkirin.

Lê civaka Kurd û hêzên demokrat wek hosteyê ku keviran şeh dike, ji bo ronahiyê ji bîr nekin têkoşîneke mezin didin. Têkoşîna wan dişibe sûretê Roja Hîtît. Ev sûret-têkoşîn di siyaseta Tirkiyê de hatiye bicihkirin. Ev sûretê Roja Hîtît her çiqas nikaribe li Enqerê bibe desthilatdar jî, dikare mûdaxleyî mayin û çûyîna desthilatdariya Enqerê bike. Ev mûdaxale jî, roj were eger ev kevirê sûretê rojê ji diwarê siyaseta Enqerê were kişandin, barûya Erdogan ya zexim wê biroxe û bi erdê re dêmûdûz bibe. Tu hêz wê nikaribin pêşî li vê yekê bigirin.

Ji bo ev yek pêk were îro azadiya Rêber Apo esas tê girtin. Dîsa ji bo vê yekê di qada navneteweyî de pêngavek hatiye destpêkirin. Kurd û dostên Kurdan vê pêngava “dem dema azadiyê ye” dişibînin sûretê Roja Hîtît.

Ew ji wan barûyê xwe yên bilind ku dixwazin civakê tevê bigirin binê kontrola xwe û dixwazin Kurdan jî fêrî tecrîd û dîlgirtina Ocalan bikin.  Kurd jî ji bo fêrî tarîtiyê û dîlgirtina Rêber Apo nebin, li her devera lê dijîn têdikoşin. Çalakiyên li zîndanan jî parçeyek vê têkoşînê ne ku bi israr greva birçîbûnê didomînin.

Êdî Kurd ne li bendê ne ka çawa Keybanûya Hîtîtî ya ducanî li şûna zarokekê şevşevokekê bîne dinê, ku tirsa wan zêde be û bikevin nava liv û tevgerê. Kurd bi salan e bûne şahidên gelek bûyêrên dişibin vê çîroka mîtolojîk û êdî tirs ji jiyana xwe dûr xistine. Ji bo roxandina barûya Erdogan

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.