Gulîstan Xalid
Di dîroka gelan de gelek şoreş çêbûne. Ev şoreş pir şibiyane hev û xwediyên taybetmendiyên hevpar bûne. Taybetmendiyên wan şoreşan ew bûn ku gelê li welatekî li hemberî sîstema heyî derketiye û siyaseta desthilatiya wî welatî qebûl nekiriye. Li şûna wê sîstemê sîstemeke bedîl yan jî siyaseteke nû ya rêvebirina wî welatî xwestiye û piştî demekê şoreşa xwe bi ser xistiye. Lê taybetmendiya şoreşa Rojava cuda ye, lewra ew ne şoreşa gelekî tenê ye, ya gelan, civakan, jin û ciwanan e.
Wê ne şaş be eger em bêjin wateya şoreşa Rojava di aliyê armanc û têkoşînê de mînaka yekê ye. Ji dîroka sîstema desthilatdar-dewlet ya ku zêdetirî pênc hezar salî ye, cara yekê şoreşeke ku dibe dengê tevayiya mirovayiya azadîxwaz pêş dikeve. Cara yekê ye ku şoreşek dibe dengê bindestan tevan û wan di eniyekê de kom dike. Ji ber ev şoreş xwediya felsefeyeke wisa ye ku ne sîstemeke desthilatdar, dagîker yan serwer dixe binê lêpirsê, ew sîstema cîhanî ya ku xwe li ser bindestkirina gelan û jinan bi rêxistin dike xistiye binê lêpirsînê. Ji ber wê tevayiya hêzên desthilatdar bi şêwazên cuda êrişî vê şoreşê dikin.
Eger em wateya şoreşa Rojava di aliyê felsefîk û bîrdozî de rast tê negihîjin, emê sedema dijberiya şoreşê ku ji aliyê tevayiya perestan ve (nijad, ol, zayend, çîn, desthilatdar perest) pêk tê jî fêm nekin. Dema me ev rast fêm kirin emê zehmetiyên ku şoreş tê re derbas dibe û hê jî wê pê re rûbirû bên, wate nedin. Ev şoreş çareseriyeke bingehî pêşkêşî tevayiya bindestan dike. Riya xelasiya mayînde nîşan dide. Lewra eger em li rastiya şoreşên ku di dîroka gelan de pêk hatine binerin, ev şoreş xelasiya demkî ji bo hin gelan, civakan pêk anî, lê gelên bi xwe ku şoreş kirin û kêfxweşiya wê jiyan kirin niha di rewşeke pir aram de jî nînin. Ji ber wê ya girîng meseleya bindestiya û pirsgirêkên newekhevî û edaletê di aliyê sosyolojîk de çareser nekirin û rast analîz nekirin.
Em li taybetmendiya şoreşa Rojava binêrin ku herî zêde xwe dispêre analîzeke sosyolojîk, azadiya jinê weke bingihê tevayiya azadiyan dest digire, perspektîfa xwe ya sîstema neteweya demokratîk bi rêxistinkirina kilîta esasî ya azadiya civakan dest digire. Şoreşeke ku dîroka desthilatdariyê baş lêkolîn kiriye û dest avêtiye xeleka yekê ya ku bûye esasê bindestiyan tevan. Ji ber wê şoreşa Rojava weke şoreşa jinê tê pênasekirin. Ev taybetmendiya şoreşa Rojava ye ku tevayiya sîsteman û hêzên xwe dispêrin desthilatdariya yek alî ( mêr perestî) ji bo xwe xeter dibîne. Êrişên li ser şoreşa Rojava ne tenê aliyên xwe yên siyasî û leşkerî hene, di esas de aliyekî xwe yê sosyolojîk û bîrdozî zêdetir heye.
Şoreşa Rojava ku li seranserê bakur û rojhilatê sûriye belav bû û li cîhanê jî deng vedide, hêviya tevayiya azadîxwazan e, xelasiya tevayiya bindestan e.






