Çavkaniyên harêmî diyar kirin ku dewleta tirkî û çeteyên wê şûnwarên herêma Serê Kaniyê ya dagîrkirî, talan dikin.
Nûçegihanê ajansa nûçeyan Hawar ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekê, ragihand ku çeteyên El-Hemzat bi serkêşiya dewleta tirkî, berî çend rojan li girê gundê Til El-Cehaş yê başûrê bajarê Serê Kaniyê, dest bi lêgerîna şûnwaran kirine.
Berê jî dewleta tirkî girê gundê Til Helef yê dîrokî kola û şûnwarên wê tev talan kirin û birin Tirkiyê. Hêzên dagîrker herwiha gundên Êzîdiyan yên li rojhilatê Serê Kaniyê û goristanên gund roxandin.
Dewleta tirkî heman kiryaran dijmirovî li kantona Efrînê û hêrêmên bakur û rojhilat û bakur û rojavayê Sûriyê yên dagîrkirî dike.
ANHA