Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrîn û Babê yên dagîrkirî rêzeçalakî kirine. Di wan çalakiyan de 6 çete û 3 leşker hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li dijî êrişên dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê li Bab, Marê û Efrîna dagîrkirî çalakiyên bersivdayînê yên bibandor dikin.
Daxuyaniya HRE wiha ye:
“Li hemberî artêşa dagîrker û çeteyên wê çalakiyên me yên bersivdayinê dewam dikin. Li hemberî dagîrkeran li herêma Bab, Marê, Şera û Şêrawa çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.
Roja 27`ê Hezîranê, li Babê li hemberî çeteyên dagîrker çalakiyeke sabotajê hat kirin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû. Herwiha erebeyeke çeteyan hat roxandin.
Roja 5 û 6`ê Tîrmehê, li nêzî bajarokê Marê, di encama çalakiyên sekvanî de 3 çete hatin kuştin.
Roja 14`ê Tîrmehê, li nêzî bajarokê Marê, di çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin. Heman rojê, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hemberî çeteyên dagîrker çalakiyeke taybet hat kirin. Di vê çalakiyê de erebeyeke çeteyan hat roxandin. Heman rojê li gundê Gobelê yê navçeya Şêrewa, li hemberî baregeheke artêşa tirkî ya dagîrker çalakiyek hat kirin. Di vê çalakiyê de jî 3 leşker hatin kuştin, erebeyeke zirxî û nuqteyeke cebilxaneyê hatin roxandin.”
Di wan çalakiyan de bi giştî, 6 çete û 3 leşker hatine kuştin û çeteyek jî brîndar bûye.
ANHA