Serokê şepêla El-Sedir Muqteda El-Sedir got, em beşdarî hilbijartinên Iraqê nabin û piştgiriya ti partiyan jî nakin.
Bloka “Saîrûn” ku El-Sedir serokatiya wê dike, sala 2018`an di hibijartina parlamantoyê de bi ser ket û 54 kursî bi dest xistin.
Li Iraqê bi milyonan alîgirên El-Sedir hene û komeke mezin ya nîvleşkerî di binê kontrola wê de ne. El-Sedir ji demeke dirêj ve ye dijberê Emerîka ye, herwiha li dijî hebûna Îranê li Iraqê ye.
Muqteda El-Sedir têkildarî mijarê ji televizyoneke iraqî re wiha axivî: “Ji bo ku em bikarin erdê Iraqê yê mayî biparêzin û welêt rizgar bikin, ez beşdarî van hibijartinan nabim. Ez desteka xwe ji hikûmeta heyî û hikûmeta ku wê were avakirin jî dikişinim.”
El-Sedir hişyarî da ku çarenûsa Iraqê weke çarenûsa Sûriye, Efganistan û hwd nebe, ku bûn qurbanên siyaseta hundir, herêmî û navneteweyî.
ANHA