Artêşa tirkî ya dagîrker dîwarê sînor yê li gundewarê Girê Spî rakir û 70 metreyan di erdê Sûriyê de datîne.
Li gorî çavkaniyên herêmî, artêşa tirkî ya dagîrker beşek ji dîwarî sînor yê di navbera Tirkiyê û bakurê Sûriyê de rakir.
Çavkaniyan diyar kir ku artêşa tirkî dîwarê li gundê Koktepe yê di navbera gundewarê Girê Spî yê dagîrkirî û Kobanê de rakir û 70 metreyan di hundirê bakur û rojhlatê Sûriyê de danî.
Çavkaniyan da zanîn ku leşkerên Tirk roja Pêncşemê piştî nîvro heman dîwar rakir û li hundirê bakur û rojhilatê Sûriyê bi cih kir û wek gavekê ji bo qutkirina erdê Sûriyê bi nav kirin.
ANHA