Di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser ya vegerandina koçberên li bakur û rojhilatê Sûriyê ya warên wan, 82 malbatên ji koçberên bajarê Reqa ji kampa Holê derketin.
Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê rêwîtiya vegerê ya koçberên dixwazin vegerin bajarên xwe yên bakur û rojhyilatê Sûriyê, dewam dike.
Rêwîtiya vegerê ya koçberan di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê de pêk tê, ku 10`ê Cotmeha 2020`an li gorî civîna 5`ê Cotmeha 2020`an di navba Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriya Demokratîk, Desteya Karûbarê Civakî û Desteya Hundir de hatî lidarxistin, hatibû girtin.
Di beşa 16`an de 299 kesên di nava 82 malbatên ji bajarê Reqa, ji kampê derketin.
Têkildarî mijarê, koçberên bi navê Xaziye El-Eseed û Nefîse Xelîl yên ji bajarê Reqa ji ber derketina ji kampê û vegera li herêmên xwe, kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Li gorî çavdêra rêwîtiya vegera koçberan Dîlber Ehemd, piştî ku tedbîrên ewlekariyê tên girtin û belgeyên koçberan tên piştrastkirin, ji kampê tên derxistin û ji bo herêmên wan tên vegerandin. Dîlber diyar kir ku niha navên nû yên koçberên dixwazin vegerin, qeyd dikin.
Dîlber da xuyakirin ku di rojên pêş de wê beşeke din ya koçberan ji kampê derkeve.
Hêzên Ewlekariya Hundir bi koçberên ji kampê derdikevin re diçin û wan digihîne herêmên wan.
ANHA