Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Jİ NÊZ VE”

16/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gelê Kurd bikeve tevgerê
Share on FacebookShare on Twitter
Hîmê Serkeftinê 19 Têrmehê ye
Ednan Mustafa
Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê amedekariya salvagera 10. ya Şoreşa 19ê Tîrmehê dike. Bêguman Şoreşa Rojava, weke maratonekê kete dest pê kir û bi berdêlên pir giranbiha bê ku astengiyan nas bike berdewam e. Şoreşa Rojava ku bi keda civakê pêş ket bi berdelên pir giranbiha xweseriya xwe saz kiriye. Helbet sazkirina vê xweseriyê ne tiştekî ji rêzê û rehet bû.
Rojavayê Kurdistanê ku ji çar aliyan ve hatiye dolpêçkirin, bi dijmnatiyeke ji aliyê faşîzma tîrî û şovenîzima erebî ve dihat kirin nedixwestin Kurd bibin xwedîîrade. Ji bo vê yekê di serî de dagîrkeriya tirkî li hemberî Şoreşa Rojava diminatiya xwe diyar kir û bi rêxstinkirina çeteyan xwestin aramî û ezmûna rêxistinî ya gelê hêrêmê ya şoreşa gelan têk bibin.
Civaka rojhilat û bakurê Sûrî di nava 10 salên dawî de, karî li ser bingehê Neteweya Demokratîk ahenga ‘Biratiya Gelan’ saz bike û bi avakirina sazî û dezgehên xwe, pergala xwe ya Rêveberiya  Xweser a Demokratîk îlan bike û bike temînata paşroja gelên hêrêma Rojhilata Navî. Di vê çarçoveyê de, em bi rihetî dikarin bêjin temînata aramî û îstiqrara herêmê di sazkirina Neteweya Demokratîk re derbas dibe.
Gelê bakur û rojhilatê Sûrî, ne pegala Rêveberiya Demokratîk tenê pêş xist, herwiha di aliyekî din de sazkirina Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD weke hêzeke leşgerî bû xwedî ezmûn ku çawa kir nîvenga cazîbeya şerê DAIŞê li herêmê. Bi pêşengiya YPG û YPJê avakirina QSD’ê li dijî terora DAIŞê û dagîrkeriya tirkî bi destanên bêhempa axa bakur û rojhilatê Sûriyê rizgar kirin û modela artêşbûna xwe îlan kirin. Di vê weteyê de, pergala Neteweya Demokratîk ne tenê modeleke xwebirêvebirina sivîl û şêwazê îdarê ye. Di heman demê de pergala xwebûn û xweparastinê ye. Bêguman ked û xwina şehîdên şoreşê ku di riya azadiya gelan de hatiye dayîn em gihandin vê rojê.
Di roja me ya îro de, herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî aramtirîn herêmên sûrî ne. Her çiqas gefên dagirkrtiya Tirk, rêjîma Sûrî û  çeteyan Tirkan hebe jî, lê em dikarin bêjin aramiya heyî misogeriya hevpariya gelên herêmê dide nîşandan.
Di vê çarçoveyê de, dema Şoreşa 19 Tîrmeh’ê bê nirixandin û bi bîranîn wateya wê hên şînbertir mayende dibe. 19 Tîrmeh’ê ji nûve avabûn û zindîkirina nirxên gelan e, bingeheke ber bi yekirina keda mirov û insan e,  lewra divê pêngava 19 Tîrmeh’ê baş bê şîrove kirin.
Ger îro gefên dagirgeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî berdewame û dixwazin destkeftiyên Şoreşa Rojava têkbibin, ji ber hebûn û hêza gelê û rêveberiya xweser de ye.  Vîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûrî derket holê yekane hêza ku dînamîzîma xwe esas girtiye û bêku pişta xwe bide hêzên biyanî hebûna xwe parast.  ji bo vê yekê her ku mezinbûn û misogeriya pirojeya Netewa Deokratîk pêk tê,  dijminên  vîna gelan û nirxên mirovahiyê zêde dibe.
Şoreşa Rojava ku bi 19 Tîrmeh’ê hatibû tacîdar kirin, divê li ser bingehekî rast ezmûna heyî were xwendin û  li gor wê nêzîkî werin kirin, ji ber em Şoreşa Rojava bi diyaletîkek wiha bi rû birû maye, her mezinbûnek şoreşê astengî û kelemên nû bi xwe re aniye. Ev yek hêza gelên Bakur û Rojhilatê sûrî dide nîşandan ku çendî bi israre di avakirin û mezinbûna Sîstema xwe ya demokratîk de. Ev rastî naskirin û zanîn, têrê nake divê li ser esasê Şerê Gelî Şoreşger rêxstinbûn were pêşxistin û em serkeftinên heyî biparêzin
Di vê maneyê de, Şoreşa 19 Tîrmehê ku li ser rehendên xweparastin, giştiye asta zanebûnek civak çawa xwe bi rêvebibe û xwe biparêze. Di heman demê de bibe ezmûnek ji gelên bindest û hêzên demokratîk yê cîhanê de. Rehend sereke yê ku Rêveberiya Xweser xwe li ser avakiriye ne rehendên tehîdê û êrîşan ne, berovajî vê yekê parastin û refleskên xwebûnê di civakê de dane avakirine.
Li ser bingeha bewerî bi hêz û Ezmûna Şoreşa Rojava derxistiye hole, em gelê Rojava rêxsitin bûna xwe bi hêz bikin û pergala xwe ya rêvebiriya Xweser mayende bikin. Bi vîn û rihekî wiha emê karibin, pilanên dagirkeriyê û hevalbendê wên nûkerên Kurd vala derbixin. bi hevgertineke navxweyî emê neyinî yên li dijî Şoreşa 19 Tîrmeh’ê, vegerînin avantajekî ji bo dumandina destkeftiyên Şoreşa Rojava.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.