Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wateya çalakiya rojiya mirinê ya 14ê Temûzê kûr dibe

14/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di bin çavdêriya Rûsya û DYA’yê de qadên dagirkeriyê berfireh dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Rojiya mirinê ya 14ê Temûzê 1982yan dest pê kir. Di ser çalakiyê re 39 sal derbas dibin. Ev sal, salên bi bahoz bûn. Lê şoreşa Kurdistanê geşedanên dîrokî afirandin. Şoreşê bênavber dewam kir û êrişên dewleta tirkî yên qirkirnê jî ranewestiyan. Ji bo wê 14ê Temûzê li paş nemaye, nehat jibîrkirin. 14ê Temûzê rojevbûna xwe parast. Di gerîla û berxwedana gel de xwe domand. Derbeya leşkerî ya faşîs ya 12ê Îlonê civak tev teslîm girtibû, hêzên hember û tegerên şoreşger tasfiye kiribûn. Ev îradeya xwe ya dîktatorî bi ser her kesî de sepandibûn. Welat bûbû weke şeveke tarî, zindan hatibûn tecdîrkirin û têkiliya wan ji dinyayê qut kiribûn.

Cuntaya faşîst bi awayekî jixwebawer êrişî zindanan kir. Lewra li zindanan bi hezaran şoreşger hebûn. Lê rewşa li zindana Amedê taybet bû. Lewra li wir bi giranî PKKyî û kadroyên ji rêxirinên kurdî hebûn. Faşîzma tirkî hem dixwest mûxalefeta şoreşter biperçiqîne, herm kurdîtiyê careke din di tariya dîrokê de veşêre. Ji bo pêkanîna projeya qirkirinê zindana Amedê hatibû neqandin.

Cuntayê dixwest di kesayeta girtiyan de teslîmiyet û xiyanetê di nava civakê de belav bike. Li şûna ku girtiyan fîzîkî tine bikin dixwestin di warê siyasî de wan bikujin. Li gorî vê armancê kes li girtîgehê hatibûn erkdarkirin û işkencekar û kesên nijadperest hatibûn amadekirin. Zindan bûbû weke dojeh û dezgeha işkenceyê. Iriraz qebûl nedikirin, dixebitîn îradeya xwe li ser girtiyên şeroşger jî serdest bikin. Lê Mazlum Dogan, çarên bedenên xwe dayîn agir û tuhê 14ê Temûzê derketin hemberî wan. 14ê Temûzê zirweya binneketin, zetimnekirinû ruhê şoreşgerî bû. Heta ku ew ruh hebe yên di riya şoreşê de dimeşin ne pêkan e ku lewaziya îradeyê bi wan re çêbe.

Cuntayê hêza dewletê tev xistibû destê xwe û ji NATO û Emerîka piştgirî girtibûn. Li aliyê din ji îradeya wan pêve tiştekî girtiyan tinebû. Di rewşeke wisa de dewleta faşîst û girtiyên şoreşger hetin hemberî hev. Di dawiyê de yên îradeya wan şkestî generalên faşîst bûn. Her çiqas berdêl bê dayîn jî pêşiya polîtîkaya teslîmgirtin û xiyanetê hat girtin.

Di rojiya mirinê de Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Ali Çiçek şehîd bûn.  Hayri û Kemal ji kadroyên PKKê yên pêşeng bûn. Pêşengên wisa bûn ku ciyê wan nayê dagirtin. Jixwe pêşengî di rewşên wisa de diyar dibe. Di wan rojên tarî û dorpêçê de mirin dan ber çavên xwe û wisa ketin ser rê. Bûn fedayiyên hêvî, bawerî û doza gelê xwe. Di nava PKKê de û li Kurdistanê riya bûyîna milîtanên fedayî vekirin. Yên îro li çiya û deştan li hemberî DAIŞê û dagîrkeran şer dikin û ji bo gelê xwe, xwe feda dikin, di riya wan pêşengan de dimeşin.

Kemal Pir net Kurd bû. Li herêma Derya Reş ya Tirkiyê hatibû dinê û mezin bûbû. Ji bo xwendina zanîngehê hatibû Enqere. Ciwanekî şoreşger bû. Kaki Karer jî ku ji Derya Reş bû û li gel wî dima, Rêber Apo nas kiribûn û tevlî şoreşa Kurdistanê bûbûn. Şehîdê PKKê yê despêkê Haki Karer bû. Kemal jî di rojên herî giran de mirina herî biêş da ber çavê xwe, îrade û biryardariya xwe ya şoreşgerî danî holê. Li dadgehê dadger ji Kemal pirsî: “Tu ne Kurd î, çi karê te di nava van de heye.” Kemal ev bersiv dayê: “Ez şoreşa Rojhilata Navî û Tirkiyê di vê tevgerê de dibînim.”

Pêşbîniya Kemal îro pêk hat. Partî û tevgera Rêber Apo ava kirî mezin bû û ji gelên Rojhilata Navî re xizmetê dike. Şoreşa Kurdistanê ji şoreşa Rojhilata Navî re rê vedike. Yekîtiya Kurd, Ereb, Suryanan û gelên din pêk tê. Li hemberî rejimên otorîter û hêzên faşîst yên weke DAIŞê, modeleke civakî, damokratîk, wekhev ku jinan jî di hundirê xwe de digire, ava dike.

Faşîzma tirkî gefê li Rojhilata Navî tevê dixwe. Li Sûriye û Iraqê herêmên girîng dagîr kirine. Dagîrkeriya xwe heta Libya biriye û hikumetên herêmê tehdîd dike. Ti dewletên herêmê li hemberî vê dewleta faşîst dengê xwe nake. Hêza li ber xwe dide PKK tenê ye. Ji bo wê gerîla û piştgirên gerîla parastina Rojhilata Navî dikin. Dewleta tikî çawa ku xwest li zindana Amedê kurdîtiyê tine bike, û PKKê tasfiye bike, niha jî heman tiştî dike. Bi taybetî ji bo fetisandina şoreşa Rojava weke gurê hat êriş dike. Lê eger gel li ber xwe bidin, xwe bi rêxistin bikin û bi ruhê 14ê Temûzê xwe bi hêz bikin, ti hêz nikare îradeya wan bişkîne. Em şehîdên 14ê Temûzê yên jiyana xwe feda kirîn û hêvî û îrade dayîn gelan bi rêzdarî û minetdarî bîr tînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.