Rojnameya Ronahî

`Divê gel xwe bike yek`

Dilîn EHMED/Qamişlo

Ji bo têkbirina planên dijmin ku dixwazin di nava Kurdan de şerê navxweyî derxin, Melka Hesaf got, divê gelê Kurd xwe bike yek û banga partiyên kurdî bikin ku di demeke nêz de, yekîtiyê ragihînin.

Bi armanca pêşîgirtina li şerê navxweyî, bi tevlîbûna partiyên siyasî, rêxistinên civakî kesaytên serbixwe yên olî û welatparêz, 8`ê Tîrmehê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi durişma “Emê bi yekîtiya neteweyî dagîrkeriyê bin bixin û pêşiya şerê navxweyî bigirin” li bajarê Qamişlo komxebateke diyalogê hat lidarxistin.

Dewleta tirkî ji 23yê Nîsanê ve êrişên xwe yên ser Herêmên Parastinê yên Medya didomîne. Ji bo rawestandina van êrişan û têkbirina planan, gel û partiyên kurdî pêwîstiyê bi yakîtiya kurdî dibînin. Hem gel hem siyasetmedar nêrîna wan ew e ku, ev alozî dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd û pêkanîna planên wan. Ji ber wê di vê pêvajoya hesas de yekîtiyeke siyasî pir girîng dibînin.

“Bi şerê taybet neyên xapandin” 

Têkildarî mijarê rêvebera Weqfa Jina Azad ya Sûriyê ya beşa tenduristiyê Melka Hesaf, da xuyakirin ku pêdivî heye ku li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd li hemberî siyaseta dijmin ku dixwazin di nava Kurdan de şerê navxweyî derxin, hişyar bin û derfetê nedin pêkanîna armanca wan. Melka axaftina xwe wiha domand: “Di vê pêvajoya hesas de, tişta ku pêwîstiya Kurdan pê heye, yekîtî ye. Lewra bi avakirina yekîtiyê wê pirsgirêkên heyîn werin çareserkirin.”

Melka Hesaf got, bila gelê me hişyar be û bi şerê taybet yê ku dijmin di nava wan de dimeşîne, neyê xapandin û wiha berdewami da gotinên xwe: “Yekîtiya gel ne kêmî ya partiyan ne. Eger gelê Kurd li seranserê cîhanê xwe bike yek û bang li partiyan bike ku yekîtiyê ava bikin, wê encamin erênî derkevin holê. Niha dijmin ne şerê partî yan yan jî rêxistinekê tenê dike, armanca dijmin tinekirina gelê Kurd e, bila xelkê me hişyar be.”

“Di rojevê de hebûn û tinebûn heye”

Rêvebera Weqfa Jina Azad ya Sûriyê Melka Hesaf di dawiya gotinên xwe de banga partiyên Kurdan kir ku hedefa wan yêkîtiya neteweyî be û ti partî li dijî vê yêkîtiyê dernekevin.