Desteya Tenduristiyê ragihand ku li bakur û rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi vîrûsa Korona ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa diyar kir ku kesek ji ber Korona li bajarê Dêrikê miriye.
Mistefa herwiha da zanîn ku li bakur û rojhilatê Sûriyê 3 kesên din bi Korona ketine û ew jî ji van herêman in:
Hesekê: 1. Qamişlo: 1. Reqa: 1
Mistefa da xuyakirin ku ji nava nexweşên Korona 2 kes baş bûne.
Bi van daneyan (li gorî dîroka 12.06.2021) jimara pêketiyên koronayê li bakur û rojhilatê Sûriyê, gihîşt 18 hezar û 563 kesan, ji wan 764 kes mirine û hezar û 881 kes baş bûne.
ANHA






