Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ZEBEŞ E DENDIKREŞ E

11/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gelê Kurd bikeve tevgerê
Share on FacebookShare on Twitter

LEMÇLEMÇ

Silav ji we re, ez bawer dikim we jî îsal zebeşek xweş nexwariye, malnemîrata êdî ne tam e ne reng e, ne jî dendik e, ji goştê mirîşkê yê hatî qerisandin û pişt re derdixin têxin nava avê de ji bo bihele nermtir bûne zebeşên îsal. Vêca ser vê re jî Çîniyan qalib ji bo zebeşan çêkirine û êdî zebeşên sêkoşe, çarkoşe, têrkoşe, kuşkuşe çêdikin. Piştî Amediyan û Osman Sebrî ev bihîst, hem di meclisê de hem jî li kolanên Amed û li ser birca wê qiyameta mirovan rabû. Kepengên xwe anîn xwarê û ketin kolanan û Çîn protesto kirin. Bi durişmên bila Çîn xwe ji qirêjiya koronayê xilas bike, xêr e xwe li zebeşan dide. Zebeş e dendikreş e, em nadin te tu Hebeş e. Çawa dibe Çînî xiyaneteke wisa li Amediyan bikin. Qehwecî, cigercî, beqlewacî, Denîz Nakî, Beytocan, Kemalê Amed rabûn ser piyan, gel kom kirin û daxuyaniyek dan. Rêveberên Amed sporê jî daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Ma emê êdî çawan qeleciyên xwe fêrî girtina topê bikin, zebeş çarkoşe be yan sêkoşe be wê qelecî çawa bikarin bigirin, ev tiştekî ne rast e û bi zebeşan nelîzin. Li aliyê din qeleciyên cîhanê yên weke Buffun, Navas, Kamenî, Muslera li ser torên medya civakî twîtek avêtin û gotin, bê zebeşên Amedê em ne tiştek bûn, em bi saya wan zebeşan niha di asta herî jor de ne û em Çînê şermezar dikin. Bila pêşî li mezinbûna qeleciyên nû negire. Li aliyê din ji aliyê saziyên hundir, saziyên dikandaran, karkerên zebeşan bi hev re civînek li dar xistin. Di civîna xwe de hinek biryarên tund li ser Çînê ragihandin. Hinek ji wan biryaran jî evin;

Wê navên hemû dikanên ku marka Çînê li ser e, li kêleka wê wêneyê zebeşê Amedê daleqînin. Heçiyê tîştekê ji wan bikire li kêleka wê divê zebeşekê jî bikire.

Wê meşek were lidarxistin û heta qada Newrozê bimeşin, ev meşa wan jî wê ji aliyê Stêrk tv, Medya Haber, BBC, CNN Turk ve zindî were weşandin.

Wê ev bûyer li meclisa Turkiyê were nîqaşkirin û berdevkê konsolosxaneya Çînê wê her roj zebeşek yê Amedê bikire û li xebatkarên xwe belav bike.

Wê hunermendên me yên weke, Kemalê Amed, Koma Gel, Evdilmelîk, Serap Sonmez û Chopy konserên xwe yên li Çînê betal bikin û ji bo zebeşên Amedê qlîbekê bi hev re çêkin.

Wê Meral Şîmşek romanek û Azad Zal pirtûkekê li ser dîroka zebeşên Amedê binivîsin, çap bikin, wergerînin Çînî û di sûkên Çînê de bifiroşin.

Amedî wê îhaleyên xwe hemûyan bidin betalkirin.

Wê komeke berfireh were amadekirin û herin Çînê, semîneran pêşkêş bikin û sudên zebeşên Amedê ji bo koronayê çi ne were ragihandin.

Dikandarên Amedê wê raporekê pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê bikin ku tê de dibêje divê Çîn ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.

Şeyhmus Dîken, Cemal Yilmaz li beramberî Çîniyan şereke teknolojiyê bikin, wê erebeyên girover çekin û tekerlekê wan jî têrkoşe çêkin.

Di van biryaran de jî pir cidî nêz dibin. Helbestvanek di mitînga li dijî zebeşan de ev helbesta ha xwend, me got em wê jî bi we re parve bikin, kerem bikin bixwin na na bixwînin, zebeşan bixwin, lê ne yên çîniyan.

Zebeş e dendikreş e

Tama wî bi zilq û zibl ê kevokan dimeşe

De were bibîne çiqas xweş e

Pê dibî weke serxweşe

Ne Ruştu, ne Muslera

Va ye dipije qelecî Abdullah

Zebeşê me li ber devê kerê reş e

Got min divê welatê xweşe

Te xêr e dikî goşegoşe

Emê li we bikin roja reşe

Rojnameya Rojev

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.