Ahmet Aktaş
Dema li ser siyaseta cîhanî şîrove dest pê dibe, hema mijarên xeter yek li pey yekê tên rêzkirin. Xwendekar, guhdar û temaşevan jî, bêguman dikevin nava reşbînî û bêhêvîbûnê.
Îca gotina dawiyê ez di serî de bêjim. Li cîhanê hemû û ji ber ku parek ji vê cîhanê ye li Kurdistanê jî, her çendî xeter û pirsgirêk hebin, ewqas çare û derman jî hene. Jixwe li gorî diyalektîka zanistî jî divê wisa be; her tişt bi dijberê xwe heye. Li vir karê dikeve ser milê kesan, xeter û çareyê baş nas bikin û aliyê çare û başiyê zêdetir bikin.
Mirov bala xwe dide Kurdistanê, weke ku hemû pirsgrêken cihanê anîne li ser serê gelê me û xaka me ya pîroz kom kirine. Jixwe bi welatî parçe kirine, lê hê jî ranawestin, çima gel hinekî bi hiş xwe ve hatiye, hinek cîhan nas kiriye û li gorî jiyaneke aram û azad xwe bi rêxistin kiriye, hewl didin ji bo vê xerab bikin, çi destkeftiyên hebin jê bistînin û ew koletiya jê re pejirandine dîsa bidin dewamkirin.
Kurt kurmancî ev e; bi giştî li hemû parçeyên Kurdistanê, di encama berxwedan û xwîn û xwêdaneke mezin de, îradeyek xurt û destkeftiyên berbiçav derketine holê. Vê îradeya azadîxwaz, li Başûr pergaleke federalî û li Rojava pergaleke xweseriya demokratîk ava kiriye û li dora deh salan e bi vî awayî dijîn. Kêm-zêde debara xwe dikin û eger ji derve destdirêjî nebe, wê bikarin vê deskeftiya xwe, vê pergala xwe ya xweser pêşe bixin û mezintir bikin.
Lê mixabin, giregirên cihanê DYA û Rûsya di serî de, hinek dewletên hegemonên cîhanê, bi çar dewletên mêtînger re, bi taybetî bi riya dewleta Tirkab û xiyaneta Kurdan dest avêtine vê xaka pîroz û dîrokî û destdirêjî nava vê pergala gel ya xweser kirine.
Jixwe dîtineke hevpar heye ku cîhan ketiye qonaxa despêka cenga cîhanî ya sisiyan. Çendî piştî têkçûna Pakta Varşova, ew dubendiya mezin ya navbera NATO û VARŞOVA hejiyabe jî, dîsa di pêşengiya her du dewletên nasyar de tê nûjenkirin.
Lê ya yekê ÇÎN, rola Japonya, Îran, Hindistan, YE û hwd, ji berê mezintir bûne.
Eger mîzahî be jî, xaka Kurdistanê “di binê lingên hespên van giregiran de dinale”. Bi taybetî DYA û Rûsya, gelek giranî dane ser Rojhilata Navî, belê navend Kurdistan e.
Ji bo berjewendên xwe pêk bînin, gelê Kurdistanê gelek êşandin û hê jî wan siyasetên kevnar didomînin. Lê weke tê gotin rast e, êdî Kurd û Kurdistanî ne yên berê ne, êdî tama/lezeta azadiyê û xweseriyê hildane û nema koletiyê qebûl dikin û têra xwe jî, xwe bi rêxistin kirine. Bi tenê yekîtiyeke neteweyî ya xurtir divê.
Weke hat gotin, van siyaset û kiryarên koledarî, bi xwe re dijberên xwe jî afirandine. Herwiha di nava xwe de jî êdî weke berê nikarin serweriya yekdestî bi hêsanî bidin meşandin. Di nava gelek alozî û qeyranên mezin de vedigevizin.
Piştî ewqas zulum û polîtîkayên qirêj jî bi ser neketin, êdî niha her du dewlet yan jî hegemonên giregir bi giştî, li gel dewamkirina siyaset û kiryarên xwe yên gemar yên kevin, bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re jî dest bi hewldanên danûstandinên nû kirine. Wateya vê, êdî tengav bûne û hewcedarên Tevgêra Azadiya gelê Kurdistanê ne. Daxwiyaniya Lavrov ya dawî, mînakek e!
Ev qonaxeke nû ye, hem dijwari û xeter hem jî hosteyî û çareserî gelek in û her du jî di nava hev de ne û bi hev re dimeşin. Reşbînî na, xweşbînî ras te.






