Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi ruhê 14’ê Tîrmehê yekîtiya neteweyî

11/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Abdullah Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Di sala 1982’yan de li zindana Amedê ji Kurdên dîlgirtî re wiha digotin: “Neteweyeke bi navê Kurdan nîne, hûn Tirk in, eger hûn ne Tirk bin jî hûnê bibin Tirk. Çareyeke din ya we nîne! Yan hûnê bibin Tirk, yan jî hûnê bimirin! Yan hûnê kurdîtiya xwe inkar bikin yan jî wê serê we bê perçiqandin! Yan hûnê xwe red bikin yan jî hûnê jiyana xwe ji dest bidin!”

Wateya van gotinan ev bû: “Divê hişmendiya Kurdistanê ji holê bê rakirin, hêza gelê Kurd ya ku bikare serî hilde, divê bê perçiqandin, divê hişmendiya azadiyê ji mejiyan bê paqijkirin, divê yên li ber xwe bidin ji holê bên rakirin.

Li dijî vê yekê pêşengên PKK’ê jî di nava lêgerînekê de û li benda dadgehê bûn.

Ew roj hat. 14’ê Tîrmeha sala 1982 yan bû. Ji du-sê kesan pêve, haya ti kesên din ji tiştekî tinebû û ti kesî nedizanî ku wê ew roj bibe roja bûyîneke dîrokî.

Xeyrî Durmuş, dema ku çalakiya rojiya mirinê ragihand, di beşeke axaftina xwe de wêha got:

…We jî weke bapîrên xwe ti caran ji me fêm nekir, jixwe we hebûna me jî nedipejirand û we her tim em wek leşkerekî li himberî hinekên din şer bikin dîtin. Ji bilî berjewendiyên xwe we ti caran bawerî bi me neaniye, we berê xwe nedaye me û her tim we durûtî kiriye…

M.Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi şahadeta xwe, rê li pêşiya hewldanên dewleta tirkî ya dagîrker girtin.

Îro jî rewşeke ku dişibe rewşa sala 1982an heye. Dewleta tirkî ya dagîrker ji 1982’an ve hewl dide ku destketiyên Kurdan ku bi têkoşîneke mezin bi dest xistine, tine bike. Weke ku Xeyrî li dadgehê ji wan re gotibû hûn weke bapîrên xwe tevdigerin, îro jî dîsa li gorî mîrasa ji bapîrên xwe ya ‘tinekirina Kurdan’ girtine, tev digerin.

Îro jî êrişên wan di bakurê Kurdistanê de nehatine bisînorkirin, êrişî her aliyê Kurdistanê dikin.

Îro bi taybetî Herêmên Parastina Medyayê bûne armanca êrîşên wan. Ew baş dizanin ku navenda parastina tevayiya nirxên Kurdan, ev herêm e.

Di demeke wiha de parastina Kurdistanê ket rojevê. Ji bo ku berxwedana  gerîla were destekkirin û barê wan were sivikkirin, xebata yekîtiya Neteweyî jî ket rojevê.

Yekîtî wê çawa were avakirin?

Di destpêkê de divê di nava Kurdan de ruhê welatpareziyê were bigewdekirin. Divê Kurd ji welatên xwe hes bikin.

Ji ber ku van hêzan baş dizanî ku dema ramana “yek welat” ji mejiyê Kurdan were derxistin, wê bi hêsanî bikarin wan radestî xwe bikin.

Divê sîmbolên Kurd û Kurdistanê werin parastin. Ew pêşengên civaka Kurd in.

Ev kes ji têkoşîna azadiya Kurdistanê re bi perspektîf û nexşeriyên xwe pêşengiyê dikin. Dijmin di destpêkê de rêberê Kurdan dike armanc. Me ev yek di dîlgirtina rêber Apo de dît.

Divê hêzên berxwedanê werin parastin. Pêwîst e her kêliyeke şerê gerîla weke parçeyek jiyana me be.

Dema ku şehîd bibin, pêwîst e em ji dayîkên wan pirtir biêşin.

Dijmin şerê gerîla wisa di mêjiyê me de bi cih kiriye, weke ku em li filmekî şer temaşe dikin.

Nûçeya şer dema ku em di tv de temaşe dikin, nûçe diqede em derbasî modeke nû dibin. Divê ev hişmendî were rakirin.

Dive yekîtî îro were avakirin, sibê dereng e, ji bo Xeyrî jî 15 Tîrmehê dereng bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.