“Jİ NÊZ VE”
Ednan Mustafa
Roja Pêncşemê dîroka 08’ê vê mehê li Qamişlo komcivînek bi durişma: “Belgeya Stratejiya Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê” hat li darxistin. Rast e ev komcivîn bi serpereştiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK ‘ê hat lidarxistin, lê di esasê xwe de, pêşxistina xebatên wiha û morkirina “Belgeyeke Rûmetê” ji bo yekîtiya Gelê Kurd pêwîstiya serdemê ye.
Her çiqas civîn bi durişmeke wiha hatiye li darxistin jî, lê di bingehê xwe de, armanca civînê gihîştina yek nêrînê ka çawa karin yekîtiya xwe saz bikin û pêşî li şerekî navxweyî ya Kurdan bigirin bû. Ji bo vê yekê nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên rojavayê Kurdiayanê teqez kirin ku bê lihevhatineke civakî, siyasî ne pêkan e ku Kurd bikarin pêşî li lîstikên dagîrkeran bigirin û yekîtiya neteweyî pêk bînin.
Di vê çarçoveyê de, weke tê zanîn di navbera PKK û PDK’ê de, di sala 1983an de, peymana lihevhatinê ji 11 madeyan hatibû imzekirin. Di vê belgeya mijara gotinê de, teqwzî li ser wê yekê hatibû kirin ku ti carî wê aliyên siyasî şerê hev nekin û nekevin xefka dijimin. Lê mixabin aliyekî ev peyman binpê kir û ne tenê li başûr, herwiha li rojhilat û bakurê Kurdistanê jî şerê tevgera azadiyê kir. PDK’ê û Berzanî bi vê feraseta ku ew xwediyê Kurdistanê ne şerê YNK’ê, Yekgirtû İslamî, Komele, partiyên sosyalîst li ser axa başûr kir. PDK’ê bi vê yekê têr nebû, destê xwe da rêjima Îranê û şerê PDK-Î kir û rayedarên vê partiyê kuştin û radestî Îranê kirin. Dîsa li bakurê Kurdistanê şerê PDK- T kir û pêşengên vê partiyê şehîd xistin. PDK bi kiriyarên wiha têr nebû, ji destpêka sala 1983an ve şerê tevgera azadiyê PKK’ê dike.
Dema mirov li dîroka PDK’ê binêre, PDK’ê her gav xwe li ser du lingan girtiye û rawabûna xwe heyanî roja îro aniye. Ya yekê; PDK’ê ji bo piştgirya derve, ango ji dagîrkerên Kurdistanê pişgiriya Sedam Husyin û hikumeta Îranê girtiye û şerê YNKê kiriye. Piştgiriya rêjima İran girtiya û bi vê piştgiriye şerê PDK-Îran kiriye. Dîsa ev 38 sal in piştgiriyê ji dagîrkeriya tirkî digire û şerê PKK’ê dike. PDK û Berzanî bi van nêzîkatiyan ruhê xwe nû dikin. Ya duduyan; dînamîka PDK’ê ya parstinê ne gel û partiyên din yên kurdistanî ne, dînamîka sereke ya PDK’ê piştgiriya dagîrkerên Kurdistanê ji wê re ye. Bi gotineke din PDK’ê li ser diyalektîka çiqas hevkarî bi dijmin re ez biki, û tevgera siyasî ya li Kurdistanê tasfiye bikim, ezê meşûrbûna xwe bi dest bixim. Zihniyet û mentiqê PDK’ê û Berzanî li ser vê yekê hatiye avakirin.
Ji ber vê diyalektîkê di serî de PDK û hemû şopdarên wê yên Rojava koma ENKS’ê û sêwiyên wê beşdarî komcivîna KNK’ê nebûn. Ev yek cihê şermê ye.
Divê ji aliyê dilxwezên azadiyê û yên xwe berpirsiyar dibînin dawî li şerê navxweyî bînin û xwedîrol bin. Ev berpirsiyarî ya me tevan e. Erkê me, em dagîrkeriyê rawstinin û dawî li hevkariya bi dijmin re bînin. Bi xwedîderketineke wiha emê erkên xwe pêk bînin û nekevin xefka dijmin.
Ji bo ku ev yek pêk were weke beşdarên komcivîna Qamişlo ya KNK’ê anîne ziman divê beî her tiştî aliyên siyasî li Kurdistanê “Peymana Rûmetê” di nava xwe de imze bikin û hevkariya bi dijmin re heram bikin. Di heman demê de di belgeya Peymana Rûmetê de were nivîsandin aliyê bi belgeyê îltizam neke were teşhîrkirin û ji aliyê civaka Kurd ve werin recimkirin.






