Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dema wijndan nebe; HSD û Hevpeymaniya li dijî DAIŞ´ê -2

07/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Jin jinûve evînê li ser vê xakê şîn dikin! -2-
Share on FacebookShare on Twitter

“Jİ NÊZ VE”

Ednan Mustafa

Lê ev nayê weteya ku hevkariya di navbera HSD’ê û Hevpaymaniya Navneteweyî de bi dawî hat, berûvajî vê yekê hevkarî û piştgirî zêde bû. Eger em van kêmayî û şaştiyan rast bikin em dikarin wiha bi lêv bikin!. Ya yekê; Emerîka wek berpirsiyarê Hêzên Hevpeyman divê bi awayekî eşkere hewlesta xwe ya siyasî ji bo Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrî diyar bike û ji bo ku statûya Rêveberiya Xweser ya Dekokratîk were qebûlkirin xwedîrol be û di wî warî de hewldana wê hebe. Ya duduyan; bi hezaran malbatên DAIŞî û endamên DAIŞê yên girtî di destê HSD’ê de hene. Divê hêzên Hevpeyman, di warê madî, tenduristî û ewlekariyê de piştgiriyê bide hêzên HSDê û hêzên ewlekariyê. Ji bo ku DAIŞî di aliyê dadwerî de werin dadgehkirin di serî de Emerîka û Fransa divê hêzên di nava Hevpeymanê de erkên xwe pêk bînin. Herwiha li hemberî trajediya mirovî ya li wargeha Hol, Erîşa û kampa ROJ dibe, welatên Yekîtiya Ewropa û hêzên Hevpeyman xwediyên berpirsyariyeke exlaqî ne û divê rewşa wan were çarserekirin.

Ya sisiyan û herî girîng; di 28ê Hezîranê de, li peytexta Îtaliya Roma civîna hêzên Hevpeymana li dijî DAİŞê hat lidarxistin. Venexwendina HSD’ê yan yek ji fermandarên YPG û YPJ’ê bêwijdaniyeke li hemberî dostayiya vê hêzê ye. Herwiha di herikandina civîna mijara gotinê de, neanîna navê hêzên HSD’ê û keda ku ji bo têkbirina beleya cîhanê DAIŞê, lekeyeke reş di rûyê van hêzên Hevpeyan de ye. Ya kambaxtir û xeraptir, di serî de Emerîka û Fransa ya ku fermandarên YPJ’ê di qesra Elîzê de pêşwazî kirine û tevayiya hêzên hê li ser erdê hevkariya xwe bi HSD’ê re didomînin bi saya HSD’ê bi awayekî ewle li bakur û rojhilatê Sûrî dijîn. Bê şerm û bê fedî di belevoka encama civîna hêzên Hevpeyman ya şerê li dijî DAIŞê ya li Roma de, HSD ne wek aktorê sereke di şerê DAIŞê de, wek “BEKÇİYÊN ZÎNDANÊN DAİŞê” binavkirin bêwijdaniyek e ku di dîrokê de neyê efûkirin. Bi vê hevoka ku HSD hatiye binavkirin hestên civaka Kurdistanê û hestiyên 11 hezar cangoriyên Şoreşa bakur û rojhilatê Sûrî hejandine. Bêwijdanî, ji xiyanetê zêdetir ziyanê dide mirovan.

Di vê mijarê de, hêzên Hevpeyman ya li dijî DAIŞ’ê erkê xwe yê insanî danîne aliyekî û bi awayekî bêexlaq tevgeriyane. Ji bo vê yekê di serî de hêzên ku di vê gavê de li bakur û rojhilatê Sûrî kar dikin û tevayiya hêzên ku xwe dostên Kurdan dibînin divê yekser lêborîna xwe ji hevalbendên xwe HSD’ê bixwazin û şaşîtiya ku derheqê Hêzên Sûriya Demokratîk de kirine, yekser were serrastkirin û lêborîn ji pêkhateyên bakur û rojhalatê Sûrî bê xwestin.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.