Binefş Sarya
Li welatê me û cîhanê her roj di bin navê “şeref û namûsê” de jinek tê kuştin. Ew mêrên ku xwe nobedarê “namûsê” dibînin gelo bi xwe ji bo yî xwe çiqas nobedariya “namûsa” kesayetiya xwe dikin. Gelo li gorî we namûs çiye? Ya rast ne tenê mêr van peyvan li ser kesayeta jin didin meşandin, di bin navê ,em xwe ji gotinên xelkê biparêzin jin jî heman hişmendî û kiriyaran li ser hemzayendên xwe didin meşandin. Ezê weke her cara ku em dibêjin civaka me Kurdan di kevinar de xewdî çanda dayîk-xwedawend bû nebêjim. Ji xwe her kes xwe di binnavê çanda kevnar de vedişêre. Lê her roj li ber çavê me jinek tê recimkirin,şewitandin û kuştin herwiha gelek rêbazên din yên wehşiyetê li ser hiş, beden û jiyana jinan tê kirin.Her kesê ku li beranberî van sûcên heyî bêdeng dimînin, wê demê em jî hevkarên van gunehanin.
Jiyana an jî civaka ku jin tê de werin kuştin û ferdên wê civakê jî li beran berî wan buyerên xetarnak bêdeng bimînin wê demê ew civak ji hemû heyîna wijdan, çand, adalet, ehlaq û polîtîkayê bê par maye. Lê mixabin em di serdemek wisa de jiyan dikin ku li cîhana me kuştin û mirina tevahî mirovan bûye tiştekî normal û ji rêzê, li beranberî vê rewşa heyî jî heskirin û nirxdayîna mirovan jî bûye sûc û gunehê herî mezin ya di hişê mirovan de. Gelo cihê ku kuştin weke “paqijkirina şerfê” were dîtin dibe ku li wir nirxê heskrin an jî evîna jiyanê hebe. Li bernberî kuştina jinan hem civak hem jî saziyên fermî yên pergalê bêdeng dibin. Mêrên ku jinan tacîz û tecawiz dikin, bi tu awayî di nava civaka me de sûcdar nayên dîtin. Heta nîvê civakê jî jinên ku rastî desdirêjiyê tên sûcdar dibînin. Gelek kes dibêjin ger jinan cilên kurt û vekirî li xwe nekiribûna nedihatin tacîz û tecawizkirin. Ma gelo mêrên ku bi cilên kurt û vekirî li xwe dikin ma rastî tu tacîz û tecawizan tê. Ger civak di milê mejî û dil de bi awayek felsefîk têrbe, wê demê kî bi çi awayî cilan li xwebike, an jî bigerin wê tu kes destdirêjiyê li ser bedena wan neke. Ya girîng ne ku kê bi çi awayî cil li xwe kirine. Ya girîng ew ku mirov bedena hevdû weke amûra têrkirina ajoyên xwe yên zayendî nebîne.
Li beran berî kuştin, îşkenceya ser jina û tevahî ferdên civakê serhildanek wijdanî pêwîst e. Kî li beranberî rewşa heyî bêdeng be wê demê ew jî hevkarê heman rewşan e. Ger jin bibin yek wê tu mêr an jî jinên di hişmendiya mêran de nikaribin desdirêjiya li ser bedena jin bikin.






