Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bila xêra miriyan be…!

04/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo Heta Kengê?!
Share on FacebookShare on Twitter

Sîpan Şînda

Her civak, her netewe, çandek urf û edetên cuda hene. Şiklê jiyana civakan li gorî urf û edetên wan, exlaq, rêz rismên wan qalibê xwe digire. Ev qalibên jiyana civakî jî di nava demê de li gorî şert û mercan xwe diguherînin û nêrînên nû derdikevin pêş. Lêbelê ev guhertin di nava tevayiya civakan de ne wekî hev e. Hinek tişt jî hene nayên guhertin yan jî guhertina wan ewqas hêdîka ye ku sed sal, hezar sal ser re diçin û jixwe mirov lê nayne der jî.

Yek ji van edetên nayên guhertin yan ji gelek hêdî tên guhertin edetê civakê yê derbarê miriyan de ye; ango têkiliya di navbera zindî û miriyan de ye. Heta ku mirov dijî mirov endamekî civakê ye. Lê gelo piştî mirov dimire çi dibe? Ma gelo hema heçî mir têkiliya wan û heskiriyên wan ango civaka wan ji binî qut dibe û diçe? Na. Belê bi awayekî fîzîkî rast e, lêbelê bi awayekî manewî ew têkilî bi cureyên cuda dom dike. Ji ber ku di nava pirrê civakan de baweriya piştî mirinê jiyaneke din jî heye û li gorî gelek ol û baweriyan wê ew li dinyayeke din bigihên hev. Lewra xwediyên miriyan bawer dikin ku wê giyanê miriyên wan rojekê bigihên hev û dîsa bi hev re bijîn.

Gelo ev têkiliya di navbera mirî û zindiyan de çawa tê danîn yan jî didome? Em hemû jî piştî heskiriyên xwe xemgîn dibin, diçilmisin, demekê jiyan li ber çavên me reş dibe, em hiznê digirin. Ji ber wê em her tim heskiriyên xwe yên ji ber çavên me çûyîn bîr tînin. Yanê em naxwazin em wan ji bîr bikin û em têkiliya xwe bi wan re didomînin. Em diçin li ser gora heskiriyên xwe, li ber serê wan rûdinin, ji wan re li gorî baweriya xwe dia dikin, xêra ji wan re dikin, li ser gora wan gul û nêrgizan diçînin, fathe û yasînan ji wan redixwînin û “dewrî” wan dikin… Belê zindî gelek tiştan dikin ji bo têkiliya xwe ji miriyên xwe qut nekin. Yek ji van têkiliyên xurt jê “xêr”a ji bo miriyan e. Baş tê bîra min, dema ez zarok rehmetiya pîrika min her êvara Înê “şîva miriyan” dida min û digot here bibe ji filan malê re û bêje “şîva miriyan” e. Dibe ku ev niha kêm bûbbe, lêbelê niha jî di nava civakê de “şîva miriyan” carekê himber rojên salê tê dayîn. Di nava civaka me de gelek kes êvara Înê diçin ser gora miriyên xwe û ji wan re Quranê dixwînin. Hingî rojên cejna Remezanê û ya cejna Haciyan serê sibê xelk pêşiyê diçin ser gora miriyên xwe, ji wan re fatiheyan dixwînin û cejna wan pîroz dikin. Dema xêrekê bidin feqîrekê û jarekê jî dibêjin “bila xêra miriyan be.” Şikleke din yê têkiliya di navbera zindî û miriyan de bi riya xewnê tê danîn. Mirov di jiyana xwe de gelek caran miriyên xwe di xewna xwe de dibînin û piştî wê jî ji bo xatirê wan xêr û xêratan didin. Belê bîranînên ji bo şehîdan tên kirin jî şiklek yê têkiliyê ye.

Ev hemû têkiliyên xurt di navbera zindî û miriyan de çêdikin û manewiyateke gelek xurt jî di nava civakê de ava dike. Gelek tiştên din jî hene ku mirov bêje ji ber ku ev mijarên ha di warê civaknasiyê de gelek girîng in û derbarê qerekterê civakan de agahiyên girîng didin mirovî.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.