Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Neviyên Şêx Seîd

04/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Abdullah Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Şêx Seîdê Pîran, berî ku were darvekirin wiha gotibû: “Ez niha li ser vê dinyaya fanî li ber xatirxwestinê me. Ez ne poşman im ku ji bo vî gelî feda bûme. Bes ku neviyên min, min li hemberî neyarên min nedin şermê.

Di ser vê wesiyeta wî re sal û dem derbas bûn. Gelek neviyên wî ji bo ku wî nedin şermê xebat meşandin. Li hemberî dijminên Kurdan yên hov carna bi ser nediketin. Di sala 1978’an de bi navê Abdullah Ocalan kesek derket ji bo ku tola Şêx Seîd hilîne û wî li hemberî dijmin nede şermê, dest bi têkoşînê kir. 43 sal in bênavber li hemberî dijminên Kurdistanê şer dike.

Kurdan jî bi wî bawerî anî ku wê tolê tevayiya şehîdên Kurdistanê ev tevger bistîne û Kurdistanê azad bike. Bi ser ket jî. Gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Kurdistan ber bi azadbûnê ve diçû. Lê dijminnên Kurdan û Kurdistan jî vala nedisekinîn. Çi anîbûn serê Şêx Seîd dixwestin bînin serê Rêber Apo jî. Di qada navneteweyî de komployek dan destpêkirin û bi ser neketin.

Ocalan li aliyekî ji bo komployê bêbandor bike, li aliyekî jî ji bo yekîtiyê ava bike têdikoşiya. Ev xebata wî ya yekîtiyê xeyala Şêx Seîd bû jî. Di sala 2013’an de ev xebata yekîtiya neteweyî hat asteke wisa ku ew fotografê li Hewlêrê hêviyek mezin dabû Kurdan. Lê dijminan êrişî vî fotografî kir. Û ji wê hêviyê, fotografek tenê di arşîvan de ma.

ji bo Şêx Seîd nedin şermê û ev yekîtî pêk were, neviyên wî li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagîrkeran şer dikirin. Di vî şerî de dijmin li hemberî Kurdan dema serkeftinek nedît, serî li planeke nû da. Di vê planê de wê ji wan neviyên Şêx Seîd hin bigirtan cem xwe û şerê Kurd û Kurdan bida destpêkirin.

Ew neviyên Şêx Seîd ku şer dikin ji bo pêşî li vê plana dijmin bigirin bangî Kurdan kirin ku bibin asteng. Ev bang ji aliyê gelek kesên xwedîwijdan ve hat bihîstin û ketin nava hewldanan. Heyet biheyet derbasî Hewlêrê bûn.

Şêx Seîd dema ku li dijî dewleta tirkî ya dagîrker şer da destpêkirin, ji her deverê serokeşîr û navdarên Kurdan berê xwe dan vê serhildanê. Dijmin wê rojê jî dîsa li dû plana ku îroj pêk tîne bû. Hin eşîr û malbat girtibûn cem xwe û li dijî serhildêran didan şerkirin. Vê bala Şêx Seîd jî kişandibû û ji bo pêşî lê bigire ji bo wî dereng bû. Hatibû girtin û rojên wî yên dawî bûn. Ji bo vê jî di wesiyeta xwe da digot, yekîtiya xwe pêk bînin û min nedin şermê.

Dîsa sed mixabin hin alî wî didin şermê û bi dijmin re tev digerin. Bi vê hevkariya xwe jî dibin sedema metirsiya şerê Kurd û Kurdan. Ev şer di heman demê de dibe ku bibe sedema tinekirina serhildana dawî jî. Lê em baş dizanin ku wê ti plan nikaribin vê serhildana dawî tine bikin. Em baş dizanin ev tevgera dawî ji serhildanên berê dersên mezin girtine. Ji bo ku tine nebe û lîstikên dijmin xeab bie têdikoşe.

Lê dive em neviyên Şex Saîd ji bo ku wan neviyên li kêleka dijmin cî girtine ji şaşîtiya wan vegerînin, heyet li ser heyetan bişînin Hewlêrê. Ev heyet bila gotinên Şêx Seîd yên dawî “Bila neviyên min, min li hemberî neyarên min nedin şermê” bîra wan bixin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.