“Jİ NÊZ VE”
Ednan Mustafa
Di çarçoveya hevkariya di navbera hêza sereke ya şerê DAIŞê dikin li ser erdê û Emerîka wek serkêşa hêzên hevpeyman, pêwîst bû hê zêde kordînasyoneke kar û xebatê derketa pêş. Ev koodînesyona kar, ne di warê leşkerî û pişgiriya HSD’ê tenê de, herwiha di warê siyasî û civakî de jî pêwîst e. Lewra dema mirov di vê çaroveyê de li hevalbendiya Hevpeymana Navneteweyî ya şerê li dijî DAİŞ û HSD’ê temaşe dike, bi awayekî berbiçav qusûr û kêmayiyeke mezin ya hêzên hevpeyaman heye. Hê di ser encamnameya civîna NATO ya li Brûkselê re 15 roj derbas nebûne, 28ê Hezîranê, li paytexta Îtaliya Roma welatên ‘Hevpeymaniya li Dijî DAİŞê civîna xwe ya asayî li dar xistin. Bêguman gelek mijarên ku di vê civînê de hatine nîqaşkirin hene. Lê ya balkêş ev civîn bi qasî taybet ji bo Sûrî hatibû lidarxistin, ne vexwendina Fermandariya QSD’ê ku wek şirîka herî sereke ya şerê DAİŞ bi hevpeymaniya navneteweyî cihê mixabinî û şermezarkirinê ye.
Sala 2014an, piştî ku berxwedaneke bêhempa ya şervanên YPG û YPJ’ê li Kobanêya berxwedêr li dijî hovîtiya DAIŞê nîşan dan, di serî de Emerîka tevayiya welatên ku di nava NATO de, bi matmayînê encamên şer dişopandin û li ser lehengiya şervanên Kurd YPG û YPJ’ê bi serkêşiya Emerîka NATO mecbûr man ku bi navê ‘HEVPEYMANİYA ŞERÊ Lİ DİJÎ DAIŞ’ bikevin nava tevgerê û piştgirî dan YPG’ê û di encamên de Kobanê ji Tarîtiya DAIŞê rizgar kirin. Ev pêngav bû wesîleyek û gavbigav di navbera hêzên kurdî YPG û YPJ’ê de hevkarî zêde bibe. Di encama vê hevkariyê de, li ser esasê hêza sereke ya YPG û YPJ’ê bi navê Fermandariyeke nû artêşbûna HSD’ê ‘HÊZA SÛRİYA DEMOKRATÎK’ hat avakirin. Li ser bingehê şerê li dijî DAIŞê, HSD’ê û hêzên hevpeyman bi serkêşiya Emerîka bajar û bajarokên di binê desthiladariya DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin. Bi taybetî piştî rizgarkirina Bendava Tişrîn, Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawiyê gundewarê Dêrazorê bi rizgarkirina Baxozê dawî li DAIŞ’ê hat. Bi dawîhatina hemleya li Baxozê û tinekirina DAIŞê, di navbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî de qonaxeke nû ya siyasî li ser bingehê pêşixstina Neteweya Demokratîk dest pê kir û hê girîngî hat dayîn ji bo sazkirina Meclisên gel yên medenî û avakirina fermandariyên Meclîsên Leşkerî qonaxa rizgarikirina bakur û rojhilatê Sûrî ji DAİŞê temam kir. Didome…..






