Zehra TUNÇ
Rêgeza bingehî ya bîrdoziya tevgera jina azad ya li Kurdistanê her ku diçe bi çalakî û kêrhatinên xwe mezin dibe û tirsê dixe dilê zordaran, welatparêzî ye. Li gorî wan welatparêzî berî her tiştî ye û xala herî bingehî ya xwebûnê ye. Jixwe Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan ku bi çalakiya xwe bûye pêşenga jinên Kurd ku hefteyek e li çar aliyên Kurdistanê û her dera Kurd lê dijîn tê bîranîn jî di bingehê lêhûrbûna xwe de balê dikişîne ser welatparêziyê û wek xala bingehî ya têkoşînê nîşan dide.
Di vê pêvajoyê de jî li qada Zap, Metîna û Ava Şîn yên şer lê giran e gerilayên YJA Starê yên di xeta Zîlanê de rêgeza welatparêziyê ji bo xwe bingeh girtine jî heta nefesa xwe ya dawiyê li hemberî dagîrkeran şer dikin. Di bin fermandariya Cîhan Kapar bi nasnav Amara Cûdî de jî li eniya Aris Faris ya Herêma Ava Şîn ev şênber hat dîtin. Fermandar Amara û sê jinên milîtan yên pê re, bi hev re soza serkeftinê dan û sê rojan bênavber li hemberî bi hezaran leşkeran şer kirin. Dawiyê êrîşkarên nesîbê xwe ji mirovayiyê negirtîn û tevayiya rêgezên şer binpê dikin li hemberî wan jinên çeleng neçar man gazên kîmyayî bi kar anîn. Bi wî awayî her çar jinên fedayî yên di xeta azadiya jinê, civaka ekolojik û demokratîk de bûn alaya Zîlanê dewrî hevalên xwe kirin û tevlî stêrkên bêdawiyê yên her dem geş dimînin bûn.
Jinên bi pêşengiya fermandarên di xeta Zîlan de bi rêgezên jina azad re bûne yek bi biriyardariyeke mezin di nava refên YJA Starê de li hemberî dagîrkeran şer dikin û çalakiyên bibandor li dar dixin. Her roj taktîk û rêbazên nû derdixin û bi hêzeke mezin bi ser dagîrkeran de diçin. Salvegera 25. ya fermandara xwe ya fedayî Zîlan jî bi çalakiyên bibandor bîr anîn. Ev giyanê ji pola yê li lûtkeyên Zagrosan dijî wê tola jinên di binê siya şeran de tên hedefgirtin û qetilkirin bê hilanîn. Ew nahêlin êdî jin bê nav û nîşan li goristanên bêkesan bên veşartin.
Di helwest û berxwedana giştî ya Kurdan ya li hemberî dagîrkeriyê derketiye pêş de jî diyar dibe ka asta welatparêziyê di kîjan radeyê de ye. Derveyî qismek deshilatdar yên despêkê xwe paşê jî axa xwe firotine derve helwesta tevayiya gelê Kurd welatparêzî, jidil û zelal e. Ev rojane tê nîşandan. Ji bo pêşî li dagîrkeriyê bê girtin pêwîstî bi helwesteke zêdetir bihêz heye. Ji ber di ferqa wê de ne li hemberî êrîşên mêtîngeriya axê û xirakirina hoyê civakê, pê re jî jinê hedef digirin. Her cihê êriş û mêtîngerî lê hebe kuştinên jinan jî zêde dibe û ev bi zanebûn tê kirin. Ji bo pêşîgirtina li van hemûyan pêdivî bi hêzkirina rêgeza welatparêziyê heye. Bi rêgeza welatparêziyê re pergala azadiya jinê, civaka ekolojîk û demokratîk pêkan e û ev li Kurdistanê her ku diçe zêdetir pêk tê. Ev hê zêdetir bi awayekî şênber azadiya jinê û bihêzkirina vîna civakê nîşan dide û pê re jî dibe tirsa deshilata heyî ya her dem xwe bi şêwazeke cuda bi ser civakê de disepîne.






