Zekî Bedran
Li Kurdistanê rojeva herî girîng êrişên dewleta tirkî yên tinekirinê û helwesta PDKê ya li Başûr e. Bi taybetî berfirehbûna dagîrkeriya tirkî li Başûr û hewldana wê ya bidestxistina Zap, Avaşîn û Metîne bûye sedema derketina rewşeke bixeter. Dewleta tirkî ya dagîrker dixebite bi dagîrkirina qadên stratejîk tevayiya Başûr bixe binê kontrola xwe. Eşkere dibêjin, armanca me Qendîl jî di navê de paqijkirin tevayiya qadên gerîla û tinekirina PKKê û gerîla ye. Bêguman piştî tinekirina PKKê ji bo kontrola Başûr li pêşiya wan ti astengî namînin. Wê çûna wan ya Mexmûr, Şingal û Rojava jî hêsan bibe. Bi kurtayî dixebite hesabê xwe yê dîrokê pêk bîne. Wê dawiyê li hebûna Kurdan bîbe û ti destkeftî û statûyên wan nemînin. Ya balkêş ew e ku MHP ya faşîst û nijadperest şirîka hikumetê ye. Şertê yekê yê MHP û Ergenekonê yê piştgiriya AKPê şerê li hemberî Kurdan e. Ma pêwîst e ku MHP ji Kurdan re bê gotin û taybetiyên wê yên qirker bên eşkerekirin? Na. Li tevayiya parçeyan kesên haya wan ji polîtîkayê heyî dizanin ku MHP partiyeke nijadperest e û di xeta Hîtler de ye. Erdogan bixwe ji bo MHPê digot, partiya xwînmij. Diyar e ku ev hikumeta faşîst û bingehê wê li ser senteza Tirk-Islamê di hedefa êrişên wê de demokrasî heye û wê bixwaze Kurdan tine bike. Digel vê, wê kîjan partiya kurdî bi van re hevkariyê bike? Wê baweriya kê bi gotinên wan were? Ji bo çareserkirina pirsgirêkê rêper Apo heta karî bi dewleta tirkî re nerm tev geriya. Gelek caran agirbest ragihand. Herî dawî mûtabeqeta Dolmabahçe hat imzekirin. Ev mûtabeqet di çapemeniyê de hat diyarkirin û dinyayê tevê şopand. Hema piştî wê Erdogan li pêşberî çapemeniyê got, çi mûtabeqeta Dolmabahçe. Bi vî awayî maseyê aştî û diyalogê qeliband. Digel vê rewşê hêzên Başûr bi kîjan soz û gotinan dibin hevkarên hikumeta tirkî?
Bi mehan e gelê Kurd, rewşenbîr û derdorên siyasî gazî PDKê dikin. Dibêjin wê şerê navxweyî bi her kesî bide windakirin û encam felaket be. Digel wê PDK û ji ya xwe nayê xwarê. PKKê ji her tiştî berpirs dibînin. PKK daneketiya gund û bajarên wan. Tevlî karê meclisê, hikumetê û karên din nebûye. Ji bo ku gel li hemberî PKKê rake nûçeyên ne rast belav dikin. Ev çiqas kurdîtî û welatparêzî ye.
Dikarin PKKê rexne bikin, siyaseta wê rast nebînin. Dikarin di nava demokrasiyê de pirsgirêkan jî bi gotûbêjê çareser bikin. Eger li Tirkan binêrin bes e. Hev rezîl û riswa dikin dikevin qirika hev. Lê dema dibe mijara êrişa ser Kurdan, Rojava û Başûr dibin yek. Ji bo dagîrkirina Başûr û Rojava bi awayekî yekdeng ji meclisa xwe tezkereya şer derdixin. Çima Kurd ji bo berjewendiyên neteweyî nebin yek? Gel yekîtiyê dixwaze. Dostên Kurdan yekîtiyê dixwazin. Wê yekîtî li dinyayê qîmet û piştgiriya wan zêde bike. Digel van rastiyan şer û tengezarî nayên qebûlkirin. Eşkere ye ku li ser Kurdan lîstik û plan hene. Lê Kurd jî ne nezan û bêçare ne. Eger hêzên xwe bikin yek wê ji pêvajoyê xurt derkevin. Dewletên heyîn çawa dibêjin rewşa wan ne pir baş e. Tirkiye bixwe jî bi zorê li ser piyan dimîne. Di civîna dawiyê ya NATO de rewşa Erdogan hat dîtin. Erdoganê ku NATO, Emerîka û dewletên Ereban bêminet dikirin, niha jî kemberbest bûye. Aboriya Tirkiyê li ber roxînê ye. Li hundir û derve baweriya pê nemaye. Ya di destê wê de mayî şerê li hemberî Kurdan meya. Dixebite bi saya vî şerî li ser piyan bimîne. PDK dixebite vê faşîzmê li ser piyan bigire. Ji bo wê divê tevayiya partiyên Kurdan û gel li gel PKKê bisekine. Yên piştgiriyê nekin jî divê rewabûnê nedin hêzên dagîrker.
Berî çend rojan rojnamevan Serdar Akinan di bernameyeke televizyonê de wiha got: “Li gorî min agahî ji nava dewletê girtîn wê hikumeta Erdogan havînê Qendîl jî di navê de bi êrişeke mezin biçe ser Başûr û wê bi bidestxistina hin deveran serkeftina xwe raghîne û pişt re jî biçe hilbijartinê. Balkêş e Erdogan jî di axaftineke xwe de diyar kir ku li gel Aliyev Li Suşa serkeftinên xwe pîroz kirine û di demeke nêz de li devereke din jî wê mizgîniya pîrozbayiyê bide. Gelo dibe ku ciyê vê mizgîniyê Hewlêr be? Dema li nexşeyê bê nêrîn derveyî Qeter û PDKê dostên Erdogan nayên dîtin. Dema Erdogan mizgîniyê dide, yan gazê derdixe, yan Kurdan dikuje. Dema mirov li geşedanên li Başûr, dijberiya PDKê ya li hemberî PKKê û amadekariya wê dinêre, nerihet dibe. Ji bo wê kesên şerê navxweyî naxwazin û gel divê bibandortir bikevin tevgerê.






