Ahmet Aktaş
Dewleta Tirkan, li ser felsefeya “yek millet, yek dewlet, yek welat, yek alê” hatiye damezirandin. R.Erdogan jî, vê bi destê xwe “rabîa” nîşan dide.
Wateya wê, neqebûlkirina netewe û baweriyên derveyî xwe ye. Li gorî konjoktora cîhanê jî li gel projeya “dewlet-netewe”yê digunce. Tevayiya têgehan li ser YEK’a TIRK tê xebitandin. Belê wek bawerî, Islama Sune pê ve hatiye leziqandin. Di vê dema dawî de AKP’ê, hê pirtir giranî daye ser vê Islama siyasî. Belê dema tengav bû li gel MHP’ê li hev hatin û dîsa giranî da ser TİRKÎTİYÊ.
Di 100 saliya avabûna xwe de, sazûmankarê vê dewletê, ev felsefeya xwe li ser gelê Ermen, Asûr-Suryan û ya herî giran û piralî li ser gelê Kurd da meşandin û bi dijwarkirî dewam dike. Wek bawerî jî, êrîşên xwe li ser xiristiyaniyê dest pê kir û pişt re li ser elewîtî û êzdatiyê dewam kir. Ji ber ku hatiye qonaxa dawiyê, êdî çi netewe û çi bawêrî hebin, islamî ji li gel, yên li dijî xwe dibîne, êrîşî hemûyan dike.
Di encamê de ev dewleta temensedsalî, giranî li ser qirkirina kurdistaniyan hatiye avakirin û niha hê dijwartir vê siyaseta dij-mirovî bi rê ve dibe. Êdî ne li Tirkeyê û Bakur tenê, li her çar parçeyên Kurdistanê vê siyaseta qirker û dagîrker dide meşandin. Belê qîma xwe bi dagîrkerî û qirkeriyê tenê nayne, armanca bingehî tevayiya parçeyên Kurdistanê bixe xaka Tirkiyê. Li ser wê felsefeya rabîa û bi navê projeya navdar Mîsakimillî, dixwaze xaka Tirkiyê berfirehtir bike (weke tê gotin; xeyala Osmaniya AKP’ê û Tûranîtiya MHP’ê).
Dibe ku di cîhanê de, ji vê siyaseta dewleta Tirkan xetertir siyaset tinebe. Ne jenosîda fizîkî tenê, jenosîda çandî jî dike. Bi qirkirin, talankirin û wêrankirinê tenê qîma xwe nayne. Yên ji ber şûrê jenosîda wan ya fizîkî bifilitin, wan di jenosîda çandî (jenosîda spî) re derbas dikin. Ango wan gelan, ji nasnameya wan ya neteweyî û baweriya wan derdixe, asîmile dike, li ser tirkîtiyê û Islama Sune perwerde dike; bi kurtayî dike tirkekî li gorî zêhniyeta xwe ya “yek”tî.
Mînakên vê siyaseta wan yên despêkê yên li Dêrsimê, yên niha jî li Efrînê, Serêkaniyê, Grêspî û li deverên din yên dagîr kirîn, êdî eşkere tên zanîn û jixwe li ber çavan e. Li seranserê cihên ku serdest e, bi giştî pergala dewleta xwe ya îdarî, perwerde û tevayiya saziyên din yên dewletî pêk tîne. Ji muxtariyê heta qaymeqamiyê û parêzgerîyê, ji dibistanên seretayî heta yên bilind, hemû ava kirine û dide xebitandin.
Helbet tevayiya rûmet û pîrozgehan û tevayiya asarên dîrokî yên kurdistanî wêran dikin. Li şûna wan yên tirkîtiyê bi cî dikin. Weke Zeugma, Heskîf û hwd. Zêhniyeta R.Erdogan û D.Bahçelî û DAIŞ’iyan yek e. Çawa ku tê zanîn DAIŞ’ê, çi anî serê Palmîra, Mûsilê û mûzeya dîrokî û hwd.
Li dijî vê zêhniyeta mirovkuj û jîngehan, bêgiman têkoşîna mirovparêz û xwezahez jî heye. Helbet divê mirov qîma xwe bi vê astê neyne. Divê li dijî vê siyasetê û kiryarên jiyankuj, felsefe, têkoşîn û tevgera zindîkirina jiyanê û avakirina pergala jiyana wekhev û hevpar û demokrat pirtir were mezinkirin û xurtkirin.
Encax li ser vî bingehî, ev zêhniyeta xeter ya dewleta Tirkan dikare were hilweşandin û ev êrîşên li ser Başûr û Rojava jî dikarin werin şkandin û roxandin. Li ser vê mijarê, helwesta Berhem Salih û Mesûd Berzanî gelek giring e, divê dawîyê li bêdengiya xwe bînin. Dive ji bîr nekin bêdengî dibe pejirandina jenosîda dewleta Tirkan! Hêvîdar im wisa ne be û erkê xwe pêk bînin!