Rojnameya Ronahî

Şehîdên Kortek ji aliyê hikumeta Başûr ve şehîd nehatine naskirin

Malbata Şehîd Ebdula Alî ya ku li Kortekê di encama bombebarana balafirên şer yên dewleta tirkî de şehîd bûbûn wiha axivî: “Heta niha jî şehîdên me ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve şehîd nehatine naskirin û jiyana birîndarên me jî di metirsiyê de ye. Ji bo rawestandina bombebarana dewleta tirkî Hikumeta Herêmê li dadgeha navneteweyî giliyê Tirkiyê bike.”

27’ê Hezîrana 2019’an, balafirên şer yên dewleta tirkî ya dagîrker li Binarê Qendîlê komkujiyek kirin. Di êrişa balafirên şer yên dewleta tirkî de welatiyên bi navê Ebdullah Elî, Kurdistan Ebdullah û Heryad Ebdulah yên ji gundê Eşqulke yê Binarê Qendîlê şehîd bûn û ji heman malbatê 5 kes jî birîndar bûn.

Qurbanên komkujiya Kortekê di salvegera 2. de li ser gorên wan hatin bîranîn. Malbatê li ser gora qurbanan, bang li Neteweyên Yekbûyî, serokatiya Herêma Kurdistan, serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê, partiyên di nava parlamentoyê de, Wezareta Şehîdan û Enfaliyan kir.

Peyama malbatê ya ji bo aliyên peywendîdar wiha ye: “Em komkujiyên li ser Kurdan şermezar dikin, bang li Hikumeta Herêmê dikin bi berpirsiyarî li qurbanan binêre û mafê wan bide. Mixabin Hikumeta Herêmê li ser bûyerê xemsariyê dike û heta niha jî ti alîkarî nedaye. Ne ev tenê, heta niha jî her 3 şehîdên me ji aliyê Hikumeta herêmê ve şehîd nehatine naskirin.”

ROJNEWS