Rojnameya Ronahî

Li herêma Cizîrê ezmûnên refa 12an bi dawî bûn

Darîn Silê/Qamişlo

Îro danê sibehê li herêma Cizîrê ezmûnên xwendekarên refa 12an yên bi zimanê dayîkê, qediyan.

Îsal sala yekê bû ku li herêma Cizîrê xwendakerên refa 12an bi zimanê dayîkê tevlî ezmûnan bûn. Bi tevlîbûna 11 hezar xwendekarî 6`ê Hezêranê ezmûnên refa 9 û 12an dest pê kirin. Ezmûnên refa 9an 24ê mehê, yên refa 12an jî 27ê wê bi dawî bûn.

Rêvebera Dibistana Ehmed Mirêwid ya bajarê Qamişlo ku yek ji navendên sereke yên dayîna ezmûnan e, mamoste Cemîla li ser bidawîkirina ezmûnan wiha axivî: “Salên berî niha li bajarê Konbanê û Efrînê bi zimanê dayîkê ezmûn çêbûne, lê ev cara yekê ye li herêma Cizîrê çêdibin. Tevî vê jî ezmûn heta asteke baş û serkeftî derbas bûn. Ji aliyê xwendekaran û çavdêriya mamosteyan ve, ti pirsgirêk derneketin. Ji bo aramiya derûniya xwendekaran, li gorî derfetên heyîn em bi wan re dibûn alîkar.”

Xwendekara bi navê Stêrk Îbrahîm jî diyar kir ku îsal bi rehetî tevlî ezmûnan bûne, lewra bi zimanê dayîkê bûn û wiha got: “Ez pir kêfxweş im ku min sala xwe ya xwendinê bi zimanê kurdî bi dawî kir. Ev ji bo gelê me yê Kurd gaveke dîrokî ye. Emê niha bi coşeke mezin li hêviya pileyên xwe bin. Hêviya min ew e ku, pileyên me tev baş bin û em serkeftî derbasî zanîngehê bibin.”