Tevî îdeaya wê ya zanistîbûnê û rexnegiriya wê hemûyî, di serî de sosyalîzmên pêkhatî yên Rûsya û Çînê di gelek ezmûn û ceribandinan de hat dîtin ku ji sosyalîzma zanistî bi temamî nehatiye ji avahiyên çanda maddî ya modernîteya kapîtalîst (saziyên ekonomîk, civakî û polîtîk), ji zêhniyet û cîhana wê ya zanistî bibihure. Kes nikare îddîa bike ku şoreşên sosyalîst bi temamî têkçûne, û hatine pûçkirin. Şoreşên em behsa wan dikin mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin û kes nikare înkar bike ku hê jî di jiyana rojane de hêmanek in ku dest ji wan nabe û hêza herî zêde bi hêvî ya cîhana zêhniyetê ne. Lê nikarîbûn cihêwaziya şaristaniya alternatîf û modernîteyê mezin û xurt bikin. Di nava modernîteya kapîtalîst de bi giranî heliyan û nikarîbûn xwe ji vê aqûbetê rizgar bikin. Ev rastî ne qeder û çarenûs bû, îro têra xwe eşkere bûye ku bi wan pirsgirêkan re têkildar e, ku sosyalîzma dema kapîtalîzmê nikarîbû çareser bike.
Bi destpêka pîşesaziya kapîtalîzmê re guftûgoyên der barê civakê de girîng in. Di vê demê de hewl didin utopyayên sosyalîst li ser bingehekî zanistî û xeteke çalakiyê deynin. Lê di binê hemûyan de fikra Rohnîbûnê heye ku ji binî ve ji rabihuriyê qut bûye. Fikra Rohnîbûnê bi awayekî diyalektîkî ji rabihuriyê nebihuriye, ji rabihuriyê ji binî ve qut bûye, lewma bi xurtî tesîr kiriye li pêvajoya dused salên paşê. Bi awayekî rahiştine diyardeyan mîna ku ji nû ve têne avakirin, ti têkiliya wan bi rabihuriyê û rêûresmê re tineye. Û heta her tiştê bi rabihuriyê re têkiliya xwe heye bûye mijara nirxandinên negatîf. Herçiqasî mirov li gorî paradîgmaya nû vê helwestê fêhm bike jî eşkere ye ku wê rastiya civakî berevajî bike û nîşan bide. Bêguman kapasîteya heqîqetê ya fikra Rohnîbûnê bi gelek aliyên xwe (ne bi temamî) di ser serdemên beriya xwe re ye. Eger wisa nebûya, jixwe nikarîbû serdema nû biafirîne. Lê wexta em dibêjin wisa bû, nayê wê maneyê ku bi temamî heqîqetê di nava xwe de dihewîne. Lê îdeaya tevahiya pêşiyên wê bi vî awayî bû. Çavkaniya pirsgirêkan jî ev îdea ne. Mirov dikare Hegel weke fîlozofê mezin ê fikra Rohnîbûnê, yê ku ew kiriye ber revîzyonê bide naskirin. Dîroka civakî bi awayekî heqê wê bide, felsefeya zanistî jî bi hêzeke ku hê kes nikaribe jê bibihure (ji aliyekî ve) daniye holê.
K. Marks ê ji Hegel girtiye, yeqîn kiriye ku wê karibe bi materyalîzmê ji aliyê bi hêz û zêde îdealîst ê felsefeya Hegel bibihure û di vê de jî têkûz tevgeriyaye. Li vir a pirsgirêk ew e, ji hev cihêkirina îdealîzm û materyalîzmê zêde ne girîng e, ji ber ku ne hatiye fêhmkirin, herdu jî bi xwe xwedî xisletên metafizîka îdealîst in. Yeqîn kirine ku du felsefeyê dijber in. Li vir, Marks ji Hegel zêdetir ji xeta Rohnîbûnê bi tesîr bûye. Marks, rabihurî ji bihurînê jî wêdetir bêhukim hesibandiye yan jî ew weke ku bi tenê siya bûyerekê, ya dîmenekî be nirxandiye. Nikarîbûye îdrak û fêhm bike ku rabihurî bi tevahî giraniya xwe ‘niha’ ye. Di vê mijarê de bi qasî Hegel bi gurçûpêç nîne.
Abdulah Ocalan