Rojnameya Ronahî

Dema Xunav Dibare

Sîpan Şînda

Dema xunav dibare li ser wê pora te ya xelek, bêhna biharê difûre li ser gelî û newalên kûr. Hinga xunav dibare li ser wan biskên te yên liblibî, pîjanên terezinan ter dibin. Dema xunav dibare li ser wan keziyên te yên bi sebra dayîkên dilşewat hûrik hûrik hatîn hûnandin nêrgizên latan geş dibin, ew kulîlkên wan yên çilmisîn û sernixwîn bûyîn vedigerin li ser hemdê xwe û ji nû ve jiyan li bîra wan tê. Dema xunav li ser wê eniya te ya kever de dibare û tipik ji wê difina te ya zînî ber bi erdê ve diherikin, reşrihanên kelebestan yên di çilê havînê de li ber germa Cizîra Botan histoxwar bûyîn ji nû ve serî hildidin. Dema xunav li ser wê bejna te ya zirav û dirêj de dibare, gulên bêhnxweş bêhna xwe mîna pêlên çemê Firat û Dîcleyê bi ser deştên welatê min de direşînin.

Belê dema xunav dibare, ez dizanim ku te çarika reş li xwe pêçaye û di bin wê çarika reş de derketî li nava kolanên Cizîra Botan û weke Zîna Zêdan xwe dihejînî bi wan çavên xwe yên reş yên kilkirî mêran dikujî û berg û dilê xortan dihelînî. Dema xunav dibare ez dizanim tu di wê germa Temûz û Tebaxê de derketî li ser kavilên bav û kalan û hestiyên zarokan dijimêrî. Dema xunav dibare ew tîrêjên rojê xwe ji deşt û çiyayên welatê min vedikişînin û bi tîna dilê te agirê sobeyên sêwiyan gurr dibe.

Erê xunava min, bihara dilê min, bêhna bihara min, berfhelîna zozanên min, kulîlka siberojên min…

Çîroka jiyana min, keyf û şahiya dilê min, xemrevîna min, helbesta vîna min, zimanşîrîna min, awaza zimanê min, cerghelîna min, dilbikula min, dilovana min, pîvoka li qûntarên çiyayên min,  xeml û xêla welatê min…

Xunav î, gulav î, xweş nav î…

Lê ka êdî nema dibarî, nema kulîlkên qermiçî, ji têhna hişk û ziwa bûyîn geş dikî, nema bêhna biharê xweş dikî, nema bêhnê berdidî li ser axê û li ser dar û beran de difûrînî…

Nema avên kaniyên nîvçik boş dikî, nema pelên darên hehl û rezan geş dikî…

De bibare wa hêviya kewgîrvanên dav vegirtîn û li benda xurîna ribatî di kolika xwe de hişk û req bûyîn…

De bibare wa hêviya cotyarê li benda tilbîsa mayî û tovê xwe li erdê ne reşandî û mêşik lê kar ketîn…

De bibare wa hêviya dotmamê ya heft salan li benda pismamê çûyî riya nehatinveyê mayî û hêviya wê di dilê wê de bûyî kuleke bêderman li der dayî…

De bibare wa hêviya teyrikên di hêlînê de li ber firê ketîn…

Dema tu nebarî wê kevotên berojan nema şîn bibin, wê darên mazî nema kurpe bidin, wê zarok nema gewlazên pîvokan histoyê xwe ve bikin û keçikên kamil wê nema tacekê ji pîvokên ter û nazik danin ser serê xwe…

Bibare wa hêviya kulîlkên bêhn xweş, bibare, bibare…