Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şerê Veşartî

27/06/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Abdullah Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Insiyatîfa Parastina Kurdistanê piştî serdana Başûrê Kurdistanê li Brûkselê daxuyaniyek da. Endamê Berê yê Meclisa Şaredariya Bajarê Cinêvê Tobia Schnebli di daxuyaniya xwe de wiha digot: “Ev şerê li Kurdistanê hatî jibîrkirin. Tişta min fêm kirî nehatî jibîrkirin, hatî veşartin.”

Bi salan e di navbera dewleta tirkî û gerîlayên Kurdistanê de şer heye. Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo raya giştî û dewletên ewropî ikna bike vî şerî wek “operasyon” pênase dike. Ev şerê bi dijmin re bû.

Di şerê bi dijmin re hin hêzên Kurdan jî hevkariya dijmin dikin. Ji şerê Zînê Wertê dest pê kirin û ev şer heta roja me dewam dike. PDK li hemberî ewqas hişyariyan yan jî lavaya ji civakê tê, dîsa di hevkariya xwe de israr dike. Ev şerê PDK tevlî bûyî ne şerê hatî jibîrkirin e. Şerê hatî veşartin e.

Her roj bi dehan konvoyên sewqiyata Herêmên Parastina Medya dihatin veşartin.

Her roj istixbarata Tirkiyê ya bi kinc û lojîstika PDK’ê li heremê cirît davêtin hatibû veşartin.

Hemû baregehên li qadên şer hatibûn çêkirin ku ji bo êrişên artêşa tirkî wek eniyekê bûn, hatibûn veşartin.

Di vî şerî de PDK bi dijmin re li dijî gerîla şer dike. Heta îro jî gerîla yek fîşek li dijî pêşmergeyan bi kar neaniye.

Gerîla îro karesetên mezin yên paşrojê dibîne û hişyariyê dide, da ku ev şerê Kurd û Kurdan dest pê neke.

PKK di bangên xwe de dibêje, me PDK iqna i qani nekir. Di şerê me yê li dijî dijmin de ji me re gelek dibin asteng. Bi hesasiyeteke mezin em hewl didin da ku pêşmerge zirarê nebînin. Dijmin jî ji vê helwesta me sûdê digire. Di eniyên dijmin êdî têk diçe de PDK ji wan re dibe nefes.”

Ev yek jî bû sedem ku di vê berxwedana mezin û dîrokî ya 60 rojî de 54 gerîlayên HPG û YJA-Starê jî şehîd bibin.

Ji bo vê yekê daxwaziya gerîla ji me, divê were cih. Divê zêdetir xebata pêşîgirtina şerê Kurd û Kurdan were xurtkirin.

Ji bo ev şerê veşartî bi dawî bibe û derbasî merheleya şerê Kurd û Kurdan nebe, divê PDK hêzên derbasî qada şer kirîn careke din paş ve bikişîne.

Rojbiroj PDK tenê dimîne. Ew hewldana PDK’ê ku dixwaze vî şerê veşartî mafdar nîşan bide bêencam dimîne.

Ji gelek sazî, partî, rêxistin û kesayetên navdar bi daxuyaniyan deklere kirin ku li dijî vî şerê veşartî ne. Bi taybetî li başûrê Kurdistan ev deng zêdetir bilind dibin. Lê divê jimara van pirtir bibe. Hemû Kurd helwesteke bi vî rengî nîşan bidin.

Ev şerê veşartî ne li dijî PKK’ê tenê ye. Dixwazin bi tinekirina PKK’ê doza azadiya Kurdistanê bi temamî ji holê rakin.

Ev biryara şerê li hemberî Kurdan li hin navendên weke NATO hatine dayîn. Ji bo vê yekê jî di Insiyatîfa Parastina Kurdistanê de dostên Kurdan jî cih girtin.

Têkoşîna dostên Kurdan û kesayetên ne Kurd ya ji bo ev şerê veşartî veneguhêre şerê Kurd û Kurdan ji bo me bibe berpirsyariyek. Dibe ku Kurd zêdetir bi xebateke mezin û bi israr vî şerê veşartî bi dawî bikin.

Eger xemsariyek hebe wê barê vî şerî tev bikeve ser milê gerîla. Gerîla jî ji bo jimara şehîdan bi 54an sînorkirî bimîne wê biryareke nû (ku em naxwazin hîç wan peyvan bi nav bikin) bide.

Eger em bi xwe bawer bin emê bikarin wisa bikin ku ev şerê veşartî veneguhere şerê Kurd û Kurdan.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.