“Jİ NÊZ VE”
Ednan Mustafa
Di ser hilbijartina serokkomarê Sûrî Beşar El Esed re mehek derbas bû. Lê ne di siyaseta derve ya Sûrî û ne jî di ya hundir de ti guhertin nehatine kirin. Lê berî ku em behsa guhertin û veguhertinên siyaseta Sûrî bikin, divê bê zanîn ku El Esed hê Kabîneya xwe ya hukumetê diyar nekiriye. Gelo avakirina kabîneya nû ya rêjima Sûrî, wê bi xwe re guhertinê di Sûrî de bîne? Bi qasî guhertin ji bo Sûrî pêwîst in, hinde jî divê bê zanîn ku ev guhertinên mijara gotinê wê di xizmeta kijan alî de bin û li gorî percewendiyên kîjan hêzên ku Sûrî dagîr kirine de bin. Helbet bersiva van pirsan di xetên qalind de tên zanîn, lê hûrdekariyên wê çi ne û wê çawa be jî divê bê naskirin.
Li gorî hin agahî û şîroveyên siyasî di kabîneya nû ya El Esed de wê zêde endamên partiya Bees tê de nebin. Rêjima Şamê wê giraniyê bide kesayetên “serbixwe” û neteweuên cuda ku di Sûrî de dijîn. Weke Suryan, Ermen, Durzî û Kurdan. Helbet ev kesên ku ji van neteweyan werin erkdarkirin, gelo çiqas ji bo neteweyên xwe û tevayiya Sûrî kar kirine, cihê lêkolîn û lêgerînê ye.
Ev nêzîkatî û fikrandin çendî rast e yan şaş e hê ne zelal e, lê di beweriya me de, wisa jî fikrandin piştî 10 salan ji Şoreşa Sûrî ev jî serkeftinek e. Lewra mucered fikrandin dûrxistina partiya Bees ji kabîneya hikumetê tê wateya guhertinê û ev incazek e. Li ser dûrxistina partiya desthiladar ji avakirina hikumeta nû nayê wê weteyê ku desthildariya partiya Bees lewaz bûye, berûvajî vê yekê, Bees hê zêde bi awayekî sazûmanî û bi qalikên cuda xwe di nava rêjima Sûrî de bi cih dike. Hîn zêde bi nihênî, eger gotin di cih de be weke dewleta kûr wê kar bike.
Em nikarin careke din derketina Beşar El Esed di hilbijarina 26ê Gulana îsal û dûrxistin yan qelskirina rola partiya Bees ji hikumeta nû ya Sûrî ku were avakin ji hev cuda bigirin dest. Gelê Sûrî di wê beweriyê de ye ku ev yek di encama lihevhatineke hêzên herêmî û navneteweyî de hatiye kirin. Hilbijartineke bi tewafûq di navbera Îran û Rûsan de ye. Îran bi israr bû ku El Esed di iqtidara xwe de bimîne û ev yek li berjewendiyên Rûsan bû. Di heman demê de Rûs di wê beweriyê de bûn ku careke din partiya Bees di hemû aliyan de di nava desthiladariya Sûrî de be di serî de Îran wê hin hevkarên xwe winda bike. Ji bo vê yekê li hemberî kêmkirina desthildariya Bees di nava hikumeta Sûrî de, rol û misyona Beşdar El Esed zêde kirin û hêştin careke din were hilbijaritin.
Di nava van hemû nêzîkatî û hevsengiya heyî de, gelo wê piştî hilbijartinê siyaseteke çawa bê şopandin? Di vê derbarê de di rojên destpêkê de diyar bû ku wê Rêjima Sûrî di polîtikaya xwe ya inkar û qirkirina li dijî Kurdan de berdewam bike. Tevlîheviya li bajarê Minbicê û dorpêça li ser Şehba û taxa Şêx Meqsûd nîşanên vê siyasetê ne. Ji bo vê yekê li gorî çavdêrên siyasî tê texmînkirin ku di rojên pêş de ev polîtîka zêde derkeve pêş û bixweze mûdexeleyî hin herêmên din yên Rêvebiriya Xweser bike û bi taybetî Rojhilatê Firatê. Bêguman ev nêzîkatiya inkar û êrişkar yên rêjîma Sûrî beşek ji polîtika Rûs li ser Kurdan e. Herwiha beşek ji êrîşên dagîrkeriya tirkî li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ne.
Di vê çarçoveyê de, em nikarin êrîşên dagîrkeriya tirkî yên li dijî gelê Kurd ji nêzîkatiyên dijminane yên rêjima sûrî qut bigirin dest. Dema mirov hatûçûna dîplomatîk temaşe dike û pêkhatinê li ser erdê dibin vê yekê nîşanî raya giştî dike.






