Rojnameya Ronahî

Antolojiya Dengbêjên Botanê

Bi navê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ nivîskar Bahadîn Robar pirtûkek derxist. Pirtûka ji Weşanên Arê derketî qala 10 jê jin 63 dengbêjên Botanê dike.

Nivîskar Bahadîn Robar têkildarî berhema xwe axivî û diyar kir ku herêma Botanê di warê çandî de herêmeke pir dewlemend e û ji dîrokê heta niha pêşengiya wêjeya kurdî kiriye. Lêbelê ev zengîniya wê pir nehatiye berbiçavkirin.

Robar da zanîn ku ji ber wê pirtûkeke bi vî rengî amade kiriye û armanca wî ew bû ku tevkariya dengbêjên Botanê ya ji bo ziman û wêjeya kurdî bide xuyakirin.

Di axaftina xwe de Robar da xuyakirin ku gava dest bi xebata vê pirtûkê kiriye, li herêmê 10 dengbêj tenê nas dikirin, lê bi xebata Antolojiyê re gelek navên nû û dengên nû bihîstine.

Robar diyar kir ku derbarê 80 kesî de agahî berhev kirine, lêbelê di berhema xwe de cih daye 63 kesan û axaftina xwe wiha domand: “Me hevdîtin bi malbata dengbêjên weke Seîd Axayê Cizîrî re kir û me çîrokên wan berhev kirin.”

Robar bal kişand ser dengbêj Feqe Xalidê Sehdo û wiha got: “Çavkaniya kilamên Mihemed Arifê Cizîrî, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan hwd. ku di radyoya Bexdayê de gotine, yên Feqe Xalidê Sehdo ne. Kilama Eyşana Elî ku me ji Cizîrî guhdarî kiriye, kilama Feqe Xalidê Sehdo ye.”

Nivîskar Robar diyar kir ku piraniya dengbêjên hevdîtin bi wan re kirî, ji dayîkên xwe hînî dengbêjiyê bûne û wiha axivî: “Ev jî nîşan dide ku dayîk dengbêjiyê digihînin nifşên nû. Min çîrokên 10 jinên dengbêj yên ji Botanê nivîsîn. Piraniya wan yan ne sax in yan jî koçî bajarên Tirkiyê bûne. Lê li ser jiyana Meryem Xan, Ne’ma Xelîl, Xezala Eliyê Mijinî hûr bûm.”

XWEBÛN