Zekî Bedran
Dewleta tirkî ji bo perçiqandina Kurdan û bêparkirina wan ji destkeftiyên wan biisrar e. Vê planê niha di ser PKKê re dimeşînin. Êrişên xwe yên li ser Bakur, Başûr û Rojava bi navê “teror”ê û li hemberî PKKê didin diyarkirin. Destkeftiyeke Kurdan û pêşketineke ji bo azadiyê li kû hebe dewleta tirkî ya faşîst ji bo xwe tehlûke dibîne. Lê yên dewleta tirkî nas dikin baş dizanin ku di hedefa wan de ne PKK tenê heye. Di dema nebûna PKKê de jî Kurd dikuştin. Asîmîlasyon heta dawiyê hebû. Ma PDK van rastiyên dîrokê nizane? Ne pêkan e ku nizanibe. Herî dawî di dema referandûma 2016an de gefên Erdogan û Bahçelî li wan kirîn û piçûk xistîn ne yên jibîrkirinê ne. Bi serkêşiya Tirkiyê bi Îranê re piştgiriya Bexdayê hat kirin. Kerkûk û herêmên berfireh yên li derdora wê ji destê hêzên Başûr hatin derxistin. Rêveberiya Başûr jî bandora wê hat sînordarkirin. Jixwe dema Başûr bûyî xwediya statûya federasyonê jî Tirkiyê nas nekir. Niha jî Erdogan dibêje polîtîkaya wê demê şaş bû. Li benda firsetê ne ku şaşîtiya xwe rast bikin.
Eger PKK û gerîla bişkin û tasfiye bibin wê PDK û malbata Berzanî bibin sultanê Kurdisanê? Wisa xuya dike ku ev bi wan dane bawerkirin. Lewra di nava vê planê de Emerîka û Ingilistan jî hene. Tirk jî hêza xwe ya hewayî heta dawiyê bi kar tînin. Dibêjin, PKK nikare li ber xwe bide. Emê jî sûdê ji vê firsetê bigirin hêz û desthilatiya xwe xurttir bikin. Tê fêmkirin ku wisa li hev kirine. Ev xefleteke mezin e. Jixwe aborî û bazara Başûr ji niha ve ketiye destê Tirkan. Li deverên girîng bi dehan baregehên leşkerî ava kirine. Wê PDK li hemberî vê rewşê çawa li ber xwe bide? Ma çi derdê dewleta tirkî heye ku statûyeke Kurdan mayînde bike. Ev ne mûmkin e. Piştî qedandina PKKû û yên li ber xwe didin wê Tirk bêjin, mûxateba me Bexda ye. Emerîka û NATO ji bo xatirê PDKê yan Berzanî têkiliyên navbera xwe û Tirkiyê xerab nakin. PDK di referandûmû de çawa li ser piştê ma, wê rewşa wê ji ya hingê xerabtir bibe. Berzanî piştî referandûmê gotibû, min fêm kir ku ji çiyayan pêve dostên Kurdan nînin. Piştî ku PKK biqede êdî dostayiya çiyayan jî nabîne. Mixabin Tirk anîn li çiyayan, li deverên herî stratejîk bi cî kirin. Fêtî desthilatdariyê bûne û qelew bûne. Di nava dolaran de çûne xwarê, ji ber wê êdî nikarin derkevin serê çiyayan jî.
Digel van rastiyên dîrokî PDK çima biisrar gerîla sûcdar dike û dike hedef? Kurd bi giştî şerê navxweyî naxwazin. Partî, rewşenbîr û hunermendan gelek caran gazî kirin. Dostên Kurdan yên li derve, derdorên rewşenbîr û demokratîk ji bo ku şerê navxweyî dernekeve dixebitin. Gerîla û rêveberên PKKê dibêjin, em naxwazin di navbera me û pêşmergeyan û partiyên kurdî de şer derkeve, wê tişteke wisa ji bo gelê me bibe felaket. Digel wê PDK gerîla sûcdar dike û dixebite gelê Başûr ji bo şerê navxweyî iqna bike. Têkildarî dijmintiya dewleta tirkî ya li hemberî Kurdan devê xwe venakin. Dibêjin, bila PKK ji Başûr derkeve, ne ji PKKê be Tirk êriş nakin. Li gorî wan mirina sivîlan, şewitandin û birîna daristanan û valakirina gundan jî di navê de berpirsa her xerabiyê PKK ye. Li gorî wan ti sûcê dagîrkeran û dijminên gelê Kurd nîne. Li gorî vê hişmendiyê sûcê Sedam nîne. Eger PDK û YNK li ber xwe nedana, pêşmerge nebûna wê Sedam êriş nekiribûya. Wê Enfal û komkujiya Helebce çênebûna. Eger em gotinên PDKê yîn îro li gorî wê rojê binirxînin wê encameke wisa derkeve.
Dewleta tirkî dibêje, ezê PKKê tine bikim û Qendîl û Mexmûrê paqij bikim. Eger PDK ne di nava vê planê de be, ma ne lazim e derkeve daxuyaniyekê bide? Lê devê xwe venake. Digel bangên gel, partî, rewşenbîr û hunermendan pêşmergeyan dişîne qadên gerîla û wan ji paş ve dorpêç dike. Dewleta tirkî bi PDK û Iraqê re bazara xwe didomîne. Ji bo êrişên girantir amadekariya xwe dike. Wisa tê fêmkirin ku desteka xwestî ji Emerîka û NATO girtiye. Pirsgirêka bingehî li qadê ye. Ji bo ku li qadê jî encamê bigire dixebite ku PDK û Bexdayê pirtir bixe nava vî karî. Divê gelê Kurd bibîne ku tehlûke mezin e û ji bo ku PDK tiştên xerabtir neke divê bi rengekî bibandor bikeve tevgerê.






