No Result
View All Result
Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo
Bi durişma “Serkanî û Darên Zeytûnê Ji Bendewariyê Ziwa Dibin…Emê Vegerin” kongereya 7. ya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), îro li Hola Zana ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Kongere bi beşdariya nivîskar, hunermend, rewşenbîr û siyasetvanên ji herêmên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk hat.
Piştî axaftinên vekirinê, gelek peyamên pîrozbayiyê hatin xwendin, sînevizyon û stiran hatin pêşkêşkirin.

Helbestvan û endamê HRRK HHHHhhjhEhmed Huseynî li ser kongereyê wiha axivî: “Ev kongereya 3. e ku li Rojava li dar dikeve. Çar kongreyên berî niha li Ewropa li dar ketin. Di rewşên asayî de Kongere her du salan carekê li dar dikeve. Lê îsal ji ber rewşa korona hinekê dereng ma. Ev kogere ji bo ku em bi hev re rêbaza xwe ya hudir û çalakiyên xwe binirxînin hatiye lidarxistin. Herwiha ji bo ku em bikarin li ser encama dawî jî helwesteke hevbeş ku hêjayî rewşenbîrên Rojavayê Kurdustanê biafirînin û bikarin komîteyeke tekûz ku karibe kar û têkiliyên resen û berfireh ji bo salên pêşiya me bi rê ve bibe, hat lidarxistin.

No Result
View All Result