Rojnameya Ronahî

Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo bîranîna 92 şehîdên meha Hezîranê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan merasîmek li dar xist.

 Di merasîma bîranînê de malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, şêniyên Qamişloyê û hêzên leşkerî beşdar bûn. Şehîdên ku hatin bîranên di salên cûda de di meha Hezîranê de şehîd bûbûn, ew şehîdên ku hatin bîranîn cihê xwe di nava tevgera azadiyê û şoreşa 19`ê Tîrmehê de girtibûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Wejdî Betê axivî û berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tê pîroz kir û da zanîn ku gortistana şehîdan rûmet û nasnameya wan e.

Wejdî Betê da xuyakirin ku yê rêya şehîdên rizgariya Kurdistanê neşopîne nabe ku behsa neteweya Kurd bike.

Her wiha endama Kongreya Star Roza Tolhildan axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku rojên ku tê re derbas dibin rojên dîrokî ne û ji bo ew bikaribin bi rastî bibin bersiveke xurt wek ku şehîdan wan ew fêr kirine divê ew têkoşîn û berxwedanê li hember êrişan bilind bikin û wiha dewam kir: “Di şexsê heval Sema û Zîlanan de ku dîrokeke têkoşînê li paş hiştin û fêrî me kirin, divê dijminê me çiqasî hov be pêwîst e em têkoşînê li hember dijmin bilind bikin..”

Merasîm bi sloganên “şehîd namirin” bi dawî bû.

ANHA