Rojnameya Ronahî

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana rêveberiya Minbicê kir 

Şandeyeke Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê serdana Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê kir, da ku rewşa bajêr ji nêz ve bişopîne.

Derbarê bûyerên di vê dawiyê de li Minbicê rû dane, şandeyek ji Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê serdana Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê kir.

Li Minbicê şande li avahiya Rêveberiya Sivîl ya Demokratîk a Minbicê hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, Hevserokê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş axivî û got: “Ev serdan piştî bûyerên dawî yên ku li bajarê Minbicê qewimîn pêk tê, ji mafên şêniyên her herêmekê ye ku dakevin qadan û banga xwestekên xwe li gorî qanûnan bikin, heta ku saziyên ewlehî jî parastina van xwepêşandanan bikin.”

El-Mihbaş ev li gotina xwe zêde kir: “Lê bûyera ku di vê dawiyê de li Minbicê qewimî, ji çarçoveya xwe derket û di encama van xwepêşandanên alozî derketiye û agahî ji aliyên têkildar re ku parastina bikin, nehatin agahdarkirin qurbanî çêbûn. Lê ev yek dikeve xizmeta berjewendiyên dijberî projeya Rêveberiya Xweser.”

El-Mihbaş wiha gotina xwe berdewam kir: “Şêniyên ku daketin qadan bê guman mafên wan yên rewa hene û ji mafên wane banga xwestekên xwe bikin, ger ku kêmanî di madeya sotemeniyê, çemento û buhabûna hin madeyan de heye, ev tevahî mafên rewa ne û divê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê van daxwazan bi cih bîne.”

El-Mihbaş wiha pê de çû: “Divê em ji bîr nekin ku Sûriyê di aloziyekê re derbas dibe ku temenê wê deh sal in. Aloziya Sûriyê ya ku zêdetir bûye, jê encamên neyênî û krîzên aborî anîn.”

Hevserokê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş di dawiyê de ev got: “Ez hêvî dikim ku tevahî şênî û gelên Minbicê û tevahî eşîr ji ajandeyên derve ku hewl didin fitneyan derxin hişyar bin û nehêlin tu alî xwestekên wan ji bo armancên xwe bi kar bînin.”

ANHA