Rojnameya Ronahî

Civîna 6 mehan ya Koordînasyona Jinan

Civîna 6 mehan ya Koordînasyona Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê, piştî nirxandina rewşa siyasî û rewşa jinan û pêşniyarên ji bo dayîna rêziknameyê bi dawî bû.

Civîna 6 mehan ya Koordînasyona Jinan li bajarê Reqa bi beşdariya nûnerên jin yên desteyên jinan yên tevayiya herêmên rêveberiyê dest pê kir.

Di civînê de hevseroka Desteya Edaletê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Rîma Berekat rewşa siyasî ku herêm tê re derbas dibe nirxand.

Rîma Berekat wiha axivî: “Di çarçoveya nakokiyên navneteweyî ji bo desteserkirina deskeftiyên gelan û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser de, Rûsya, Qeter û Tirkiyê di maha Adara îsal de civînek li dar xistin. Ji bûyerên ku îsal qewimîne, dewleta tirkî di gaveke xeter de êrişên xwe yên li derdora Eyn Îsa û Til Temir zêde kirin. Ev êriş bi hevkariya Rûsya û desteka Qeterê tên kirin. ”

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Emîna Oso jî diyar kir ku dewleta tirkî hewl dide herêmên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê û riya M4 dagîr bike û got, ev dide diyarkirin ku dewleta tirkî dijminiya tevayiya gelan dike û armanca wê ya yekane dagîrkirin û têkbirina pirengiya gel û pêkhateyan e.

Têkildarî rêziknameya koordînasyonê, hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo, Perwîn Yûsi ku ji ANHA re axivî got, civîna me bi beşdariya koordînasyonên tevayiya herêman hat lidarxistin da ku rêzikname were dayîn. Di rûniştinan de bend tev hatin xwendin û nêrîn, nirxandin û nîqaşên beşdaran hatin guhdarkirin û wek pêşniyar hatin qeydkirin. Her wiha komîteyek ji nûnerên her herêmê hat avakirin. Erkê vê komîteyê rêziknameyê di ber çavan re derbas bike. Pişt re di civîneke din de wê were pejirandin.”

ANHA